Li Edenê 'Hevdîtina Siyaseta Demokratîk' hat pêk anîn

14:56

JINHA

EDENE - Hevdîtinên HDP'ê yên bi gel re yên têkîldarî destnedayînan ya yekem li Edeneyê hate kirin. Gelek kes beşdarî "civîna hevdînên siyasetê" bûn. Di civînan de hate gotin ku ew ê paş ve gav neavêjin.

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê têkîldarî hewldanên rakirina destnedayînan civînên, "hevdîtinên siyaseta demokratîk" li dar xist û bi gel re hate cem hev. Bi sedan kes beşdarî civîna ku li Navenda Çandê ya Ceyhanê hate lidarxistin bûn. Parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Nîmetullah Erdogmuş, Endamê MYK a HDP'ê Alî Kenanoglu, Endama MP a HDP'ê Hatîce Kenanoglu beşdar bûn. Hatîce Kavran axaftina vekirinê kir û êrîşên bi êrîşa li dijî avahiya rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dest pê kir bi bîr xist. Hatîce anî ziman ku şerê qirêj bi awayeke vekirî xwe di bajar de nîşan dide û her roj caneze tên bajar û hemû çalakiyên ku tên lidarxsitin jî tên astengkirin.

'Ev şerê serokatiyê ye'

Alî Kenanoglu jî diyar kir ku Qesr şerî serokatiyê dide meşandin. Alî got ku pêvajoya darbeyê dijîn û wiha axivî: "Em siyaseta demokratîk diparêzin û em ê bidomînin, ji ber ku siyaseta demokratîk diparêzin em li vir in. Divê em li dijî pêvajoya darbeyê derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Divê weke gel em li dijî vî darbeyê têbikoşin."

'Di destê me de bizotê agir'

Nîmetullah Erdogmuş jî anî ziman ku HDP'ê ji 4 partiyên yekî meclîsê ye û hemû beşên civakî di nav de ye. Nîmetullah bilêv kir ku AKP'ê îradeya gel tune dihesibîne û nîqaşên rakirina destnedayînan didomîn, kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin jî bizotekî agir dixin destên xwe û têdikoşin. Nîmetullah da zanîn ku ji ber ku gel dixwaze bi zimanê xwe ve hebûna xwe bidomîne rastî êrîşan tên.

Îradeya gel tune tê hesibandin

Meral Daniş Beştaş jî anî ziman ku ew li dijî darbeyê hatine cem hev û AKP'ê di civîna MGK'ê ya 2014'an de biryara şer girtiye, di hilbijartinên 7 hezîranê de bi bombekirina avahiyên HDP'ê ve jî şer hatiye destpêkirin. Meralê got ku li dijî îradeya gel bi hilbijartinên 1'ê mijdarê ve darbe hatiye kirin bi avêtina HDP'ê ya di meclîsê de tê xwestin îfadeya gelan tune bê hesibandin.

Meralê got ku divê hemû partî li dijî êrîşan têbikoşin. Meralê bilêv kir ku qesr nahêle MHP kongreyê pêk bîne û hewl dide MHP'ê dizayn bike, qesr ji bo serokatiyê şer dimeşîne, welat bûye gola xwîne panzehîra vê yekê jî berxwedan e. Meralê got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û tu caran paş ve gav neavêjin.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(rc)