Dayikên Şemiyê: Ev 3 nifşe em li qadane

14:58

JINHA

STENBOL- Dayikên Şemiyê di hefteya 581’ê de hatin cem hev û ji Dayikên Şemiyê Fîkriye Alpsoy diyar kir ku lêgerîna edeletê ya ku ev 3 nifşe dimeşînin wê berdewam bike û got: “Min zarokên xwe li vê qadê mezin kir. Neviyên min jî li vê qadê mezin dibin. Em li vir li gelek mirovên winda digerin. Heta em wan nebînin emê lêgerîna xwe berdewam bikin.”

Dayikên Şemiyê di hefteya 581’ê de li Qada Galasarayê hatin cem hev. Dayikên Şemiyên pankara ‘Kujer diyarin winda li ku ne’ vekirin û wêneyên windayan hildan û qurnefîlên ku sîmgeya lêgerîna edeletê ye hildan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Halîl Alpsoy û Kasim Alsoy yên di 1994’an de winda bibûn pirsîn.

‘Ger hesabê kuştinên kiryar nediyar bihata pirsîn..’

Di çalakiyê de destpêkê hevjîna Halîl Alpsoy, Fîkriye Alpsoy axivî û çîroka windabûna wî vegot. Fikriyeyê got piştî binçavkirina wî bi telefona ku hatiye hevjînê wê hatiye qetilkirin û got: “Çû Enqereyê. Min ew nas nekir. Ji ber şewitandina destê wî. Pir îşkece lêkiribûn. Li vê cîhanê her du destê min li sînga wan e. Ez ji vê qadê naçim, ez têkoşîna xwe berdewam dikim. Min zarokên xwe li vir mezin kir, neviyên min jî li vir mezin dibin.

Neviya Halîl, Eylemê jî got wê ji vê qadê neçin û neviya wî ya din Hêlînê jî got ger hesabê kuştinên salên 90’î bihata pirsîn wê îro li Sûr, Nisêbîn û Cizîrê kes nehatibû qetilkirin.

‘Heta hestî neyên dîtin emê têkoşînê bidomînin’

Hevjîna Kasim Alpsoy, Leyla Alpsoy jî çîroka windabûna hevjînê xwe got: “Hevjînê min xistin bin çavan. Îşkenceyêngiran lê kirin. Piştre berdan, gotibûn sibê were nasnameya xwe bigire. Çû ku nasnameya xwe bigire, êdî nehat. Hevjînê min çi pê hat. Ger miribe, ez hestiyên wî dixwazim. Heta hestiyên wî neyên dîtin ezê li vê qadê bim.”

Neviya Kasim Gulbahar Alpsoy jî got: “Ez dixwazim di hevokan de bibîhizim ku kalê min hatiye dîtin. Li vir em lig elek mirovan digerin. Heta neyên dîtin em ji vir venaqetin.”
Lêgerîna edeletê ya 3 nifşe didome, berdewam dike

Serokê giştî yê ÎHD’ê Oztruk Turkdogan got ev 22 sale lêgerîna edeletê didome, lê rayedarên dewletê jib o berpirsan bidarizinin tiştek nekirine.
Daxuyaniya hefteyê jî ji aliyê Zeynep Ceren Boztoprak ve hat xwendin û çîroka Halîl û Kasim vgot. Zeynebê da zanîn ku lêgerîna edeletê ev sê nifşe didome.
Piştî çalakiyê Tahîr Elçî yê hat qetilkirin, hat bibîranîn.

(hu)