Roja zimanê Kurdî li Wanê hat pîrozkirin

15:13

JINHA

WAN-Şaxa Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (KURDI-DER)'a Wanê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li kolana Hûnerê bidaxuyanyek Roja Zimanê Kurdî pîrozkirin.

Şaxa KURDI-DER'a Wanê bi mebesta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li kolana Hûnerê daxuyanî dan çapamenî yê. Hevserekê Şaxa KURDI-DER a Wanê Osman Koşut daxuyanî xwend û anî ziman ku gelê kurd di tevahiya dîroka xwe de bi dagirkerî yê re rû bi rû maye.

'Roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye'

Osman li ser girîngiya zimanê kurdî sekinî û wiha berdewam kir, "Ev roj wekî cejneke neteweyî ji aliyê gele kurd ve tê pîroz kirin. Em bang li hemû gelê kurd dikin îsal jî salê bêtir di navbera 14-17'ê Gulanê de beşdarî çalakiyên Cejna zimanê kurdî bibin û têkoşîna paristin û pêşxistina ziman û bigihînin asta herî jor. Roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye."

Di dawiyê de jî 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî hemû gelê kurd hat pîroz dikin.

(hk/rc)