Li Qamişlo teqîn pêk hat

17:16

JINHA

QAMIŞLO - Li çerxereya Osman Sebrî ya girêdayî Taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo, erebeyek bombebarkirî teqiya. Di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji des da 3 kes jî birîndar bûn.

Çeteyan êrîşî navenda bajarê Qamişloyê ya Kantona Cizîr a Rojavayê Kurdistanê kirin. Li gorî nûçeya ANHA'yê li mexseleyek paqijkirina wesayîtan a li çarxereya Osman Sebrî ya girêdayî taxa Hilîliyê erebeyek bombebarkirî teqiya, di encama teqînê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 3 sivîl jî birîndar bûn. Li ser bûyerê Hêzên Asayîşê berê xwe dan herêmê û dest bi lêkolînan kirin.

Rewşa birîndarekî giran e

Şahidên bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneyên herêmê. Birîndarek li nexweşxaneya Ferman û 2 jî li nexweşxaneya Şehîd Xebat a Qamişlo tên dermankirin.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Herêma Cizîrê Silêman Ehmed diyar kir ku rewşa birîndarekî li nexweşxaneya Şehîd Xebat giran e.

(rc)