Nûçegîhana DÎHA'yê Şermîn sewqî dadgehê kirin

17:32

JINHA

WAN - Nûçegîhana DÎHA'yê Şermîn Soydan a li Wanê hat binçavkirin, sewqî dadgehê kirin.

Nûçegîhana DÎHA'yê Şermîn Soydan a 2 roj berê li Wanê di dema şopandina nûçeyan de hat binçavkirin, sewqî Dadgeha Wanê kirin. Şermîna ku bi fermana Dozgeriya Colemêrgê hat binçavkirin, dê bi SEGBÎS'ê îfadeya wê bê girtin.

(rc)