Jinên Dirbêsiyê tecrîda li Îmraliyê bi tu awayî napejrînin
09:12
Şînda Ebdulah/JINHA
DIRBÊSIYÊ - Jinên bajarê Dirbêsiyê bertek nîşanî tecrîda şidandî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin, "Em vê sistema îşekencê yê ku li Îmraliyê tê pêk anîn ti car napejrînin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan yê ku ji aliyê dewletê Tirkiyê ve hatî girtin û di bin şert û mercên giran yê tecrîtê de tê ragirtin, saleke destûr nayê dayîn ku bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin pêk bîne. Jinên bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîrê bertek nîşanî tecrîda şidandî yê li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin ku ew pergala îşkencê napejrînin.
'Li hember tecrîdê têkoşîna me dê bidome'
Jina bi navê Delal Xelîl têkîldarê tecrîdê bertekê xwe anî ziman û wiha got, "Em wek jinên bajarê Dirbêsiyê, tecrîda li ser Rêber Apo, şermezar dikin. Pir eşkereye ku armanca dewleta Tirkiyê ew e ku gel û rêbertî ji hev dûr bike. Sîstema îşkenceya Îmraliyê nikare me ji Rêber Apo qut bike. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Li hember tecrîdê têkoşîna me dê bidome."
'Tecrîd bi têkoşîna hevpar yê jinan wê bê şikandin'
Awaz Xelê jî tecrîda şidandî şermezar kir û wiha got, "Ez weke jineke ciwan li Rojavayê Kurdistanê, bi şermezarkirina tecrîda şidandî dest pê dikim. Em hertim bi rêberê xwe re ne û ji bo azadiya wî em ê têbikoşin. Çawa ku Rêber Apo azadiya jinê pêşxist. Em ê jî xwedî li keda rêberê xwe derkevin. Her wiha pêwîste saziyên mafên mirovan jî li beramberî vê tecrîdê bêdeng nemînin. Ev tecrîd dê bi têkoşîna hevbeş a jinan û gelan bê şikandin."
'Armanca dewleta Tirkiyê ew e ku kurdan tune bike'
Daliya Remo jî got, "Armanca dewleta Tirkiyê ew e ku kurdan tune bike. Mafên gel bi her awayî bin pêdike. Tecîrda Rêber Apo jî beşek ji vê polîtîkaya qirêj e. Tu car dê nikaribin me ji Rêberê me dûr bixin. Em ê wek jin her erka bikeve ser milê me em ê pêk bînin. Heya ku tecrîdê bişkênin."
(en/rc)