‘Wê Nisêbîn qezenc bike, em ê vegerin malên xwe’
09:12
JINHA
MÊRDÎN – Berxwedana Nisêbînê di roja 63’an de berdewam dike û Nisêbiniyên ji Mêrdînê hatine bê navber geşedanan dişopînin. Şadiye Demîr diyar kir ku ew xaka xwe terk nakin û got: “Ji her tiştî agahiya me heye. Çi dikin bila bikin wê Nisêbîn qezenc bike.”
Li Nisêbîna Mêrdînê tevî êrîşên qirkirinê yên herî giran berxwedan didome. Ji Tîrmeha 2015’an heta niha 7 caran li navçeyê ‘qedexeya derketina derve’ hat îlankirin û tevî hemû êrîşan jin li ber malên xwe, li taxan bi tilîliyên xwe ji berxwedanê re bûn pêşeng. Li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle, Zeynelabîdîn, Kişla û Yenîşehîrê ev 63 rojin êrîşên qirkirinê didomin û hatine dorpêçkirin û bobebarankirin. Gel jî ji Nisêbînê neçar ma koçî bajar û gundan bikin.
Nisêbiniyên li navenda Mêrdîn, Qoser û gundên wê bi cih bûn, li vir bê navber geşedanên li Nisêbînê dilopînin. Jinan diyar kir ku yên li Nisêbînê berxwe didin zarokên wanin û gotin ew xaka xwe terk nakin, wê Nisêbîn teqez qezenc bike.
‘Me bi tilîliyên xwe nobet girt’
Şadiye Demîr da zanîn ku di dema qedexeyan de her roj nobet girtine û wiha got: “Me 25 roj berê koçî Mêrdînê kir. Ji ber em ligel berxwedêran neman, em xemgînin. Rewşa mala çiye, nayê ber çavên me. Bila tiştek bi ciwanan neyê. Me wek gelê Nisêbînê peywira xwe anî cih.Em mecbur bûn, ew zarokên me bûn. Tiştên me jiyan em ti car jibîr nakin.Hikûmeta Tirk destur neda em xaka xwe bimînin. Dora me bi tanq û topan girtin. Bi şev û roj êrîş dikirin. Me li Nisêbînê bi tilîliyên xwe nobet digirt. Em tevlî berxwedanê dibûn.
‘Çi dikin bila bikin wê Nisêbîn qezenc bike’
Şadiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Emê vegerin malên xwe. Erdogan dibêj qey wê Nisêbînê vala bike. Lê tiştekî wisa nabe. Em dest ji Nisêbînê, xaka xwe bernadin. Çi dikin bila bikin wê Nisêbîn qezenc bike.”
Ne ji bo zarokên me ba me terk nedikir
Berîvan Aslan ku piştî qedexeya dawî koçî Mêrdînê kir, got her roj malên wan dihatin bombebarankirin û ji ber zarokên wan travma jiyane, neçar mane navçeyê terk bikin. Berîvanê da zanîn ku beriya ji Nisêbînê derkevin belgeyek bi wan dane îmzekirin û gotine heta qedexe ranebe wê nekaribin bikevin Nisêbînê. Berîvanê got: “Em xaka xwe terk nakin. Li navçeyê gule berdidan zarokên me. Gelo wê kî hesabê vê bide. Em dixwazin demildest aştî bê. Em naxwazin xwîn biherike.”
(hu)