Ronayî Onen: Parastina zimanê Kurdî pirgirêka me hemûyan e
09:13
Rojda Oguz/JINHA
STANBOL - Nivîskara Ferheng û Hînkerên Kurdî Ronayî Onen giringî û wateya zimanê kurdî ya di jiyana wê de nirxand û got ku parastin û pêşdebirina zimanê kurdî pirgirêka me hemû yan e.
Ji dîrokê heya niha qedexe zimanê kurdî bi xwe re têkoşînek bê hempa da afîrandin. Zimanê kurdî li hemberî hemû qedexeyên pîrtûk, filîm, helbest, peyvan û bişaftinê li ber xwe da û heya niha xwe da jiyandin. Aktîfîsta ziman Nivîskara Ferhenga û Hînkera Zimanê Kurdî Ronahî Onen li ser giringiya zimanê kurdî axivî. Ronahî ji sala 2005'an heya niha li Stanbolê di xebatên Enstîtuya Zimane Kurdî de xebatên ziman dide meşandin. Ronahî wiha qala xebatê xwe yên li ser ziman kir: "Ez ne tenê li ser ziman dixebitim, gelek xabatên min ên li ser zimanê akademîk jî heye. Li ser zimanê siyaset û nasnameyê jî xebatên cuda min da meşandin."
Ronahî destnîyan kir ku ji sala 1990'an dema li ser ziman zext û qedexe hebûn li saziyan dest bi pengav û xebatên ziman kirine û wiha axivî: "Dema ku me dest bi xebatên ziman kir amûrên ziman bi sînor bûn. Bi rastî hê jî bi sînor in. Ev amûr jî rewşenbirê kurd Baran Rizgar ê ku ji ber darbeya di sala 1980'an de surgunê Ewrûpayê bû mane. Pirtûka Gramerê ku niha di destê me de ye jî jî xebata Celadet Bedirxan û Roger Lescot ve ma ye. Herî dawî di sala 2000'an de piştî ku qedexe û zextên li ser ziman sîfîk bûn bi avakirina aktîfîstên ziman re hate rewşa ku dest pê bê dayin. Ev bes e? Na ne bes e. Divê li ser zimanê kurdî lêkolîn û xebatên bingehîn bên kirin."
Ronahî li ser polîtîkayên asîmîlasyon û oto asîmîlasyonê jî wiha axivî: "Di salên dawî de bi saya têkoşîna ziman di civakê de nêrînên li ser ziman hate şikandin û welatî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Lê mixabin ku polîtîkayên wiha li ser ziman hatiye lêstin ev nêrîn bi tu awayî nayê şikandin. Welatî ji bo zimanê tirkî bi rêk û pêk bi axivîn dev jî zimanê xwe berdidin. Ji bo em perwerdehiya ziman bidin û zimanek zelal dibid hinkîrin Hînker tenê nebes e. Divê amûrên bingehîn hebin."
Ronayî xebatên li ser zimanê kurdî jî pêl bi pêl wiha rêz kir: "Wek min di serî de jî got, ji bo pêşketina ziman divê polîtîkayeke zanebûn ferz e. Ji bo vê jî divê qadroyek profesyonel bê avakirin. Disa ji bo zimanek bê pirgirêk nexşeya ziman a heremî bê avakirin. Xebatên ku bên kirin jî di di cihek tendûristî de bê ragihandin."
Ronahî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di 15'ê Gulanê 1932'a de bi Kovara Hawarê re xebatên zimanê kurdî gava yekem hate avêtin. Ji ber vê yekê jî em ji bo xebatên Celalet Alî Bedîrxan re spasiyek mezin dikin û wî bibir tînin. Wek tê zanîn gelê kurd 15'ê Gulê Roja Zimanê Kurdî bejîrandine û her sal pîroz dikin. em jî Roja Zimanê Kurdî li hemû gele kurd pîroz dikin. Wateya zimanê kurdî mezin e lewra parastin û pêşketina zimanê kurdî pirgirêka me hemû yan e."
(ho)