Zarok bi zimanê xwe mizin dibin
10:13
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Zarokên ku ligel qedexe û astengiyên li dijî dibistanên kurdî dev ji perwerdehiya xwe bernedan anî ziman ku divê zimanê kurdî bê hinbûn û bang li hemû gelê Amedê kirin ku her çi qas dewlet ziman qedexe bike divê xwedî li ziman bê kirin, kirin.
Di 15’ê Gulanan 1932’an de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve care yekemîn Kovara Hawar bi zimanê kurdî hate weşandin. Ji ber vê yekê 15’ê Gulanê wek Roja Cejna Zimanê Kurdî hate bejîrandin û her sal ji aliyê gelê kurd ve tê pîrozkirin. Roja Cejna zimanê Kurdî ku her sal bi çalakiyên cuda tê pîroz kirin, îsal jî di pêşengiya zarokan de tê pîroz kirin. Dibistanên ku ji bo zarokên kurdan hatin vekirin û jî her tim rastî asteniyan tên. Dibistanên kurdî k udi serî de li Amed û hemû bajarên Kurdistane hatin vekirin ji aliyê dewletê ve tên girtin. Zarokên ku diçin dibistana Seretayi ya Ali Erel ku hatiyê girtin, li bahçeya dibistanê perwerdehiya xwe berdewam dikin.
'Eger em li zimanê xwe xwedî dernekevin dê em winda bibin’
Zarokên ku ji ber êrîş û ketliyamên çeteyên DAIŞ’ê goç bûn, jî herî zêde di dibistanên kurdî de dimîm. Rojbin Feyad (17 anî ziman ku ji ber çeteyên DAİŞ'tê reviyan e û ji neçariya xwe li Amede bi cih bûne. Rojbîn got ku kurd û zimanê kurdî dibin êrîş û astengyiên mezin de ne lewra divê kurd xwedî li zmianê xwe derkevin eger ku dernekevin dê em ê winda bibin.
'Em xwedî li zimanê xwe derkevin’
Nujîn Saribag (13) jî bang kir ku bila her kes xwedî li zimanê xwe derkeve û wiha axivî:”Ez ne tenê bi zimanê kurmanci, di heman demê de bi zimanê zaza û tirkî jî dizanim. Dema ku zarok bi zimanê xwe bizane dê bi êsanî bizimanên din jî fêr bibe. Girtina dibistanên kurdî şaştiyek mezin e. Dİvê dewlet zimanê me qebûl bike. Şermek mezin e ku zimanê me tê qedexe kirin. Her çi qas dewlet zimanê me qedexe bike jî divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.”
‘Bila dayîk bi zimanê xwe bi zarokên xwe re bi axivin’
Fatma Êlî (11) jî li ser giringiya zimanê zîkmakî ev tişt got: “Em kurd in û bi kurdevarî hatine dinyayê. Divê hemû kurd xwedî li ziman û kurditiya xwe derkevin. Disa divê hemû kes bi zimanê kurdî bizane. Em li vir ji bo fêrî zimanê xwe bibin gelek zor û zexmetiyan dibinin. Dema ku em hatin Amedê hemû zarok bi me re bi tirkî diaxivin. Me wan qet fêm ne dikir û em nikarîbûn bi wan re bileyzin. Pişt re em hatin vê dibistanê û bi êsanî bi her kesî re diaxivin. Bila dayîk bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re bi axivin. Bila zarok zimanê xwe ji bir nekin.”
(ho)