Jinên Êzîdî Barzanî şermezar kirin
10:35
JINHA
ŞENGAL –Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şangalê polîtîkayên Mesût Barzanî şermezar kirin û gotin ku ew bi tu awayî destûr nadin ku PKK ji Şengalê derkevin.
Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê bi daxuyaniyekî polîtîkayên Serokê Herema Kurdistan ya Federal Mesût Barzanî şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Jinên Êzîdî Naem îlyas ve hate kirin. Naem got ku heya li ser çiyayê Şengalê jinêk êzîdî bimîne em bi tu awayî destûrê nadin ku PKK ji Şengalê derkeve. Naem anî ziman ku divê Mesût Barzanî di serî de hesabê bibe jinên êzîdî ku çawa wan di destê çeteyên DAIŞ’ê de hiş, bila piştre PKK’ê ji Şengalê derxe û wiha axivî: “Êdî jinên êzdî ne yên wek berê ne. Li hemberî nehakiyên ku tên kirin bê deng namînin. Bi dehan gundên me di destê çeteyan de ye. Divê Barzanî di serî de biçe van gundan ji destê çeteyan rizgar bike pişt re biçe PKK’ê derxe, PKK jiyana me ye em destûrê nadin ku Barzanî destê xwe bide wan.”
Naem diyar kir ku armanca KDP’ê û Barzanî ew e ku erdên êzdiyan destejêr bikin û axaftina xwe wiha ber dewam kir: “Di Fermanê de bi hezaran mirovên me hatin ketîlkirin û bi hezara jî koç kirin. Tenê ev kesên kul i çiy ali ber xwe didin mane. Niha jî dixwazin ku van kesên li ber xwe didin jî bedrin hev. Bila hemû cihan vê baş bizane ku de nav bera êzîdiyan de şer çênabe em destûrê nadin. Dema ku 13 hezar perşmerge ji vir reviyan tenê PKK hate li vir şer kir û me azad kir.”
Naem bal kişand li ser lihevhatina Mesût Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan û gotinê xwe wiha bi dawî kir:”Barzanî diçe çem Erdogan û bi dizî civin dikin. Erdogan li bakûr mirovên bê sûç û bê guneh bombe dike û Barzanî jî li vir me dikuje. Di rastiya xwe de DAIŞ ev her du ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên wek "Bijî Serok Apo", "Ezidxan yek e yek e hol hola Tawusê Melek e", "Jin j'îyan azadî" bi dawî bû.
(ho)