Li ser rêya D-100’ê mirina bi guman
11:34
JINHA
BOLU – Jina bi navê Sevîm Karanlik (44) bi îdaya ku li ser rê ya D-100’ê ji kamyonê hatiyê avêtin jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Sevîm Karanlik (44) ku li Burdurê dijiya li navçeya Yenîçaga Boluyê li ser rê ya D-100’î mirî hate dîtin. Buyer doh bi şev seat di 22:30’an de çêbû. Ajokerê ku ji Enqereya dihat rastî kamyonetekî spî hat û dît ku ji kamyonetê kesek tê avêtin. Ajoyek li ser vê yekê demîldest li leşker û koma tendûrîstiyê geriya. Koma tendûrîstiyê piştî lêkolinên xwe kir derket holê ku dema wê ji kamyonetê avêtine ji serê xwe birindar bûye û jiyana xwe ji dest daye.
Leşkerên ku hatin cihê bûyerê çanta û amûrên pê re lêkolin kirin xwe gihandin nasnameya wê û hate hînbûn ku navê wê Sevîm Karanlik e û ji Burdurê ye û polîsan li hevjinê wê geriyan.
Cenazeya SevÎm Karanlik piştî lêkolina bûyerê rakirin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiya Abant Îzzet Bayalê.
her wiah polîs ket şopa komyoneta spî ku Sevîm Karanlik avêtiye.
(ho)