Salvegera Radyoya Xabûr hat pîrozkirin
13:26
JINHA
HESEKÊ - Radyoya Xabûr a ku sala derbazbûyî di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de dest bi weşanê kirî yekemîn salvegera xwe pîroz kir.
Radyoya Xabûr fm. li Hesekê, hin bajarên nêzîk jî tê guhdarkirin û bi weşana xwe ya dewlemend, bi baldarî tê şopandin. Radyoya Xabûr Fm. ya ku sala derbazbûyî di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de li Hesekê dest bi weşanê kirî yekemîn salvegera xwe pîroz kir. Di pîrozbahiyê de endamên radyoyê, nûnerên rêxistinên sivîl û asayîşa li ser rêya kevin ya Dirbesiyê amadebûn. Di pîrozbahiyê de endama rêveberiya radyoyê Medya Xalid damezirandina Radyoya Xabûr pîroz kir û got: "Radyoya Xabûr ji bo gelê Ereb, Kurd û Sûryan li ser bingeha biratiya gelan weşanê dike. weke her xebatên civakî jin ji xebatên radyoyê re jî pêşengtiyê dikin. Jin di aliyê pêşkêşvanî, teknîk, montaj û birêvebirinê de cih digirin û piranî jî dibin dengê berxwedana gelê Hesekê li beramberî êrîşan."
Piştî axaftinan xebatkarên radyoyê şîrînahî belavkirin û bi hev re govend gerandin.
(ee/en/zt)