Li Kobanê çalakiyên Roja Zimanê Kurdî

13:31

Zahîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Peymangeha Viyan Amara ya Wêjeya Kurdî, pêşengeha tabloyên hunerî hate vekirin û semîner hatin dayîn.

Di çarçoveya xebatên pîrozkirina Roja Zimanê Kurdî de, li Kantona Kobanê çalakiyên ziman despêkirine. Li Peymangeha Viyan Amara ya Wêjeya Kurdî, pêşengeha tabloyên hunerî hate vekirin. Di pêşengehê de bêtirî 30 tablo ku rewşa zimanê Kurdî û şoreşa Rojava tîne ziman, hatin pêşandan. Ev tablo ji hêla Xwendekarên Akademiya Rewşen Şêxo ve hatine çêkirin. Her wiha bi boneya Roja Zimanê Kurdî li Amademiyê, gelek semîner ji aliyê mamosteyên Akademiyê ve li ser Dîroka Zimanê Kurdî hatin dayîn. Di semîneran de behsa pêşketina zimanê kurdî hat kirin û bi taybet jî piştî ku bi tîpên Latînî hate nivîsandin û xwendin, ku di serî de ji aliyê malbata Mîr Celadat Bederixan ve ev yek hat kirin. Her wiha hat gotin ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî divê asta xebatê bê bilindkirin.

Seroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Kobanê Nesrîn Kenan û cîgirên desteyê Zozan Diharo û Ebdulrezaq Elî jî, serdana Akademiya Şehîd Viyan kirin û Roja Zimanê Kurdî li xwendekaran pîroz kirin.

(ze/zh/hs)