'Xewna Celadet pêkhat'
14:07
Sorgul Şêxo/JINHA
TIL TEMIR - Bi mûnasebeta 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî mamosteya SZK'ê Sozdar Dawê wiha axivî, "Xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî wek xewnekbû di dil û mejiyê her kurdekê de, ev xewna Celadet û hemû kurdan pêkhat."
Li Rojava û tevahiya Sûriyê di dema desthilatdariya rejîma Baas de, ji bilî zimanê Erebî, zimanên din qedexe bûn. Zimanê fermî Erebî bû. Di vê rewşê de gelê Kurd jî nedikarî bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û binivîse. Bi şoreşa Rojava re ku xwe dispêre pir-rengiyê, îmkanê fêrbûn û xwendina bi zimanên zikmakî jî ava bû û di her qada jiyanê de her gel û netewek dikare zimanê xwe yê zikmakî esas bigire. Bi munasebeta roja zimanê Kurdî me jî xwest nêrînên mamosteya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ê Sozdar Dawê di van mijaran de bigirin.
Sozdar Dawê di destpêkê de ev roj pîroz kir û got; "Her mirovek dixwaze bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive, bixwîne û binivîse. Ev di dema hakimiyeta sîstema netew-dewlet ya rejîma Baas de qedexe bû. Rejîmê herkes neçarî zimanê Erebî dikir. Di şoreşa Rojava de bingeha netew-dewletê, ango yek-ziman, yek-al, yek-reng hilweşiyan. Pir-rengî esasê jiyanê pêk tîne. Lewma herkes bi zimanê xwe yê dayîkê dikare bixwîne, binivîse."
Sozdar ziman wek ruhê gel binav kir û wiha domand; "Em dibêjin ziman ruhê gelan e, wê demê pêwîste em xwedî li vî ruhî derkevin. Ez bawerim dê herî zêde jî gelê Kurd cejna zimanê Kurdî bi kêfxweşî pêşwazî bike. Ev xewin bi saya Rêber Apo û şehîdan pêkhat."
Mamoste Sozdar îşaret bi cejna zimanê Kurdî jî da û wiha berdewam kir, "Di 15'ê Gulanê de Mîr Celadet Bedirxan tîpên kurdî yên latînî pêşxist. Herwiha tê gotin roja çapkirina kovara Kurdî Hawar ê ye. Mirov dibîne ku îro li Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî pêşkdikeve û ev pêkanîna xewna tevahiya gelê Kurd, lê bi taybet xewna Celadet Bedirxan e."
Sozdar di dawiya axaftina xwe de ji gel û bi taybet jinan xwest ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî rê li pêşiya zarokên xwe vekin, xwedî li ziman derkevin.
(en/zt)