Selma Irmak: Emê di her şert û mercan de têkoşîna xwe berdewam bikin

14:20

JINHA

COLEMÊRG - Li Colemêrgê 1. Kongreya HDP'ê ya awarte hat li dar xistin.

Li Colemêrgê 1. Kongreya HDP'ê ya awarte li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran hat li dar xistin. Di kongreyê de Parlementera Colemêrgê Selma Irmak Hevşaredara Colemêrgê Fatma Yildiz, endam û rêveberên HDP û DBP'ê tevlî bûn. Pişti deqeyek rêzgirtinê Parlementera Colemêrgê Selma İrmak axivi.

Selma balkişand ser êrîşên di demên dawiyê de ser parlementerê HDP'ê zêdebûyî û wiha got: "Niha di rojevê de mijara rakirina destnedana parlementerên HDP'ê hene. Ji xwe hikumet jî dizane ku me têkoşina xwe bi parlementeriyê ne da ye despêkiriye. Emê di her şert û mercan de têkoşîna xwe berdewam bikin. Ew çiqas ser siyasetmenderên kurd de bên em ewqas hêrs dibin. Ew nikarin riya siyaseta demokratîk qut bikin."

Selma ji bo êrîşên ser çapemeniya azad berdewam dike jî wiha axivî; "Niha li ser çapemeniya azad ji êriş, girtin û binçav kirin bê navber berdewam dikin. Heya niha 13 Nûçegihanên DÎHA yê hatine girtin. Ji ber ku wan rasti bi gelê xwe re parve kirin hatin girtin. Ez li vir xebata ku nuçegihanên azad didin bi rêzdari slav dikim û êrîşên hikumetê ên li ser nûçegihanan jî şermezar dikim."

Pişti axiftina Selma bi xwendina rapora maliyê Rêveberiya navendê ya nû hat hilbijartin. Di rêveberiya nû de Emîne Armut û Asim Ozcan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

(zyd/zt)