Hevserokên HDK'ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

14:47

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu bi boneya Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek hevbeş weşandin.

Li her çar aliyên Kurdistanê û her devera kurd lê dijîn vê heftiyê tevahî çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî tên lidarxistin. Hevserokên HDK'ê Gulistan Kılıç Koçyigit û Ertugrul Kurkçu bi wesîleya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşandin.

‘Zimanê me rûmeta meye’

Daxuyanî wihaye; "15'ê Gulan a sala 1932'an Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe Kovara Kurdî a bi navê ‘Hawar’ çap kirin. Li ser vê serketina dîrokî her sal Cejna Zimanê Kurdî di vê demê de tê pîroz kirin. Kesayetiya mirov ji zimanê mirov tê. Ziman ramanê, raman jî ziman dewlemend dike. Li vê sedsala em tê de perwerdehiya zimanê zikmakî ne wek barek wek mafek xwezayî tê pejirandin. Ziman ji bo gelan pergala domandin û jiyandina çand û nasnameyê ye. Civak, heya kû zimanê xwe di nav hemû qadên jiyana rojane de nede jiyandin nikare hebûna xwe bidomîne. Li ser vê rastiyê wateya mandelkirin, qedexekirin û astenkirina li ser zimanê zikmakî inkarkirina civakê bixwe ye.

Ew kesên dibêjin ‘zimanê me rûmeta meye’ û ji ber vê yekê ji dibistanan tên avêtin, dikevin zindanan, xwe dikin cangoriyên vê tekoşînê, ew kesên bi salan ji bo ziman û çanda xwe li berxwedidin em wan bi dil û can silav dikin û cejna gelê Kurd a 15'ê Gulanê pîroz dikin."

(zt)