HDP'ê bi daxuyaniyekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

14:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP'ê ji bo Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û got: "Em, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û em bi minetdarî silavan li wan kesan dikin ku li hember komkujî, nîjadkujî û bişaftinê her tim li ber xwe dan û Zimanê Kurdî zindî kirin û pêş ve birin."

Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya HDP'ê bi boneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Kovara Hawarê ku di 15'ê Gulana 1932'an de li Paytexta Suriyeyê Şamê hatiye weşandin. Ji bo ku tîpên kurdî latînîze kiriye û Şoreşa Alfabeyê pêk aniye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Roja weşandina Kovara Hewarê, gelek tevkarî ji bo zimanê kurdî ku bi salan e di bin zext û zordariyê de ye, kiriye û ji bo ku Şoreşa Alfabeyê daye destpêkirin, wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Em, Cejna Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz dikin û em bi minetdarî silavan li wan kesan dikin ku li hember komkujî, nîjadkujî û bişaftinê her tim li ber xwe dan û Zimanê Kurdî zindî kirin û pêş ve birin."

(zt)