Li Wanê ji bo zarokan şahiya bafirokan hat lidarxistin
17:01
JINHA
WAN - Navenda Çanda Bêrîvan a Rêya Armûşê bi mebesta 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî bi diruşmeya ‘Bila zarok nemirin bafirokan bifirînin’ ji bo zarokan şahîya bafirokan pêk anî.
Navenda Çanda Bêrîvanê ya girêdayî Rêya Armûşê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji bo zarokan şahiya bafirokan pêk anîn. Di şahiyê de mamosteyên Navenda Çanda Bêrîvan ê, Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser, Koroya zarokan ya Konservatuara Aram Tîgran a Aêedç û gelek zarok bi malbatên xwe ve tevlî şahiyê bûn. Di şahiya bi diruşma "Bila zarok nemirin bafirokan bifirînin" de ruyê hemû zarokan bi rengên kesk, zor û zer hat boyaxkirin. Ji bo hemû zarokan jî şewqe û tîşortên spî û li ser jî bi hemû rengan ‘festîvala zarokan’ nivîsî hatin belavkirin.
Pêşiyê Koroya Zarokan a ji Navenda Çanda Amed ê ya Konservatuara Aram Tîgran derket dikê. Di koroyê ji bo hemû zarokan stranên bi zimanê kurdî hatin gotin. Coşek mazin zarokan bi gel qejmer ê govenda xwe mazin kirin.
Pîştî koroyê ji bo hemû zarokan bafirok hat belavkirin. Zarokan jî bafirokên xwe bi kelecanek mazin amede kirin û di qada vale de bafirokên xwe di asîmanê de firandin.
Pîştî şahiya bafirokan koroya zarokên Pêşdibistana Perperokê ya Navenda Çanda Nûdayê jî derketin dikê. Pêşiyê danisîna pêşdibistanê kiirn, pîştî danasînê zarokan bi cilên xwe yên gelerî dest bi koroya xwe kirin.
Şahî bi govenda zarokan û çepikan qediya.
(hk-ga/zt)