Jinên Cizîrê rastî êrîşa polîsan a zayendî tên
17:11
JINHA
ŞIRNEX - Li gel ku li Cizîrê jin jiyanê di hûnin jî rastî êrîşa polîsan a zayendî hatin. Jinên ji aliyê polîsan ve rastî êrîşa zayendî hatin tiştên jiyan kirin vegotin. Jinan diyar kirin piştî li Cizîrê qedexeya derketina kolana rabû, ji aliyê hêzên dewletê ve rastî êrîşan zayendî hatên û gotin, "Xaka me hatiye dagirkirin. Hêzên dewletê wek esîran nêzî me dibin. Lê dewletê tiştek ji bîrkiriye, em jin li hemu derê ne."
Piştî 79 rojên qedeya derketina kolanan li Cizîrê, dîmenên navçeyê yên hertiştî tîne ber çavên mirovan derketin. Jinên piştî qedexeya derketina kolanan rabû hatin malên xwe li erdê cilên belav kirî û li dîwaran nivîsên zayendî dîtin. Tiştên hatin jiyan kirin hîn jî zîndîne. Navçeya ku hêzên dewletê dagirkirin jin li nava bazaran rastî êrîşa polîsan a zayendî tên. Jin ku çarşevên jinên Cizîrê wek sembol lê hatî dema li xwe dikin, jî ji aliyê polîsan ve rastî gefên weke 'Dibin wan çarşevan de çi heye' û 'Tu tiştek çawayî ez te bibînim' tên.
'Tiştek ji bîr dikin: Em jin li hemu deran in'
Jinên ku rastî êrîşa polîsan a zayendî hatin tiştên jiyan kirin vegotin. Jinan diyar kirin ku piştî li navçeyê qedexeya derketina kolanan dawî bû rastî êrîşa polîsan a zayendî hatine. Jinan tiştên jiyan kirin wiha vegotin, "Ji ber van êrîşên zayendî em nikarin bi tenê herin bazarê. Çarşev ji bo me çande. Hema hema em hemu jin lixwe dikin. Polîsên ku me li bazarê dibînin gotinên weke; 'çavên te çi xweşikin', 'dibin wê çarşevê de çi heye?' û 'ka veke çarşeva xwe em te bibînin' ji bo me dibêjin. Em rastî van êrîşên zayendî tên. Em deng dernaxin. Ji bo ku em bersiv bidin dê me bixin binçavan de. Xaka me hatiye dagirkirin. Ew dagirkerin. Ji xwe cîhan bêdenge. Dema mirov li ser axa xwe ne aram be çiqas tiştek nexweşe. Di şer de çawa dagirker nêzî êsîran dibin heman bi hişmediyê ser me dimeşîn in. Lê tiştekê jibîr dikin, em jin li herdêrê ne."
Jinan dîsa tiştên li bazarê jiyan kirin û taciz wiha vegotin, "Li bazaran ev tişt henin. Hertim polîs gefan li zarokên ku li kolanan dilîzin dixwin. Zarokên biçûk çi kiriye ji wan? Em dibin dagirkeriyê den in. Lê em ê li hember van tiştan axa xwe bernedin."
Piştî qedexeya derketina kolanan rabû di gelek malan de cilên belav kirî û frezervatifê xebitandî hatin dîtin. Di rojên derbasbûyîde dîsa polîsan ji jinan re gotibû; 'Hûn dixwazin li sifra Alper bibin meze' û jin tacîz kiribûn."
(dt/zt)