Şervanên YPJ'ê nûçeyên Rudawê derewandin

09:06

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Şervanên YPJ'ê nûçeyên reşkirinê yên di hin tv'yên başûr (Rûdaw tv. hwd.) de têne weşandin, derewandin û dane diyar kirin her şerveneke YPJ-YPG'ê bi dilxwaziya xwe beşdar dibe. Kesên dixwazin beşdar bibin jî tu kes nikare li pêşiya wan bibe asteng.

Di demên dawî de hin nûçe ji hêla hin qanalên Başûrê Kurdistanê (Rûdaw tv. hwd.) ku bi weşana xwe ya reşkirina şoreşa Rojava tê zanîn, bi îdeaya ku YPJ-YPG bi darê zorê şervanan beşdar dike, têne belavkirin. Şervanên YPJ'ê bertek nîşanî van nûçeyan dan û gotin, "Em bi vîna xwe beşdar dibin û kesek bi tu awayî bi darê zorê nehatiye beşdar kirin. Ev antî propagandayên ku li dijî me tê kirin, nîşan dide ku ji hêza jina azad tirsekî pir mezin heye. Ji boyî artêşa me mezin nebe, çi ji destê wan tê dikin. Lê em bi hêza xwe gihane serkeftinê."

'Nîşaneya tirsa ji hêza jina azada'

Şervana YPJ'ê Şîlan Arîn di derbarê propagan reşkirinê li dijî YPJ'ê têne kirin got, "Kesekî em bi zorê ne anîne nava YPJ'ê. Em tev bi dilê xwe, ango bi biryara xwe beşdar bûne. Jixwe dema mirovek nexwaze, kes nikare wê bi zorê beşdar bike. Lê hinek qanalên Kurdî hene mîna Rûdaw, ku li dijî artêşa me propagandayên reşikirinê dikin. Ev hemû dide diyar kirin ku ji hêza jina azad ditirsin. Ji ber wê ewqasî li dijî serkeftinên me propagandaya reş dikin."

'Jina têkoşer azad dibe'

Şîlanê di dewama axaftinên xwe de got "Jin çiqas têkoşîn bike, ewqas azad dibe. Di civaka me de ger şensê jinê yê xwe naskirinê hebe û bikaribe xwe perwerde bike, wê demê wê civaka me bibe civakeke demokratîk. Ez wek şervaneke YPJ'ê dikarim bêjim ku min çendî xwe perwerdekir û pêşketim ew çend min fêm kir ji bo welateke azad têkoşin, şertê sereke ye. Her kesê ku bixwazibe ji bo azadiya xwe û civakê têkoşîn bike, cihê herkesî di nava refên azadiyê YPG/YPJ'ê de heye."

'Em bi vîna xwe şer dikin'

Şervana YPJ'ê Hêvî Têkoşîn jî da diyar kirin ku ew bi vîna xwe beşdarî nava refên YPJ'ê bûye û wiha gotina xwe domand: "Dema min xwest ez beşdar bibim, min ji kesekî nepirsî û destûr ji kesî negirt. Min dizanibû di welatê min de şer heye û ji ber em bêparastinin, em têne qetilkirin! Wê demê min ji xwe re got ji boyî mirov bijî, pêwîste mirov rêxistinkirî be. Ez li ser vê bingehê beşdarî nava refên YPJ'ê bûm. Ev mafê her ciwaneke Kurd ya welatparêz e ku ji bo parastina welatê xwe beşdarî nav YPG/YPJ'ê bibe."

'Bi propagandayên reşkirinê ew ê negihêjin armanca xwe'

Vîyan Bahoz jî diyar kir ku kesek wan bi zorê beşdarî nava refên YPJ'ê nekiriye û wiha pêde çû, "Dema ku mirovek biryara xwe bide beşdarî nava refên azadiyê bibe. Kes nikare pêşiya wan bigre. Wek takekes dikarim bêjim ku em hemû bi vîna xwe hatine nava refên YPJ'ê û xwesteka min ji hemû jinan û ciwana ew e ku bikaribin xwe biparêzin û li pey azadiya civaka xwe de bin. Di dawî de jî ez dibêjim qanalên nûçeyên derew li ser me çêdikin, dê bi propagandayên reşkirinê nikaribin bigihîjin armanca xwe."

(bs/rc)