Hanima ku gelek car ketiye riya koçberiyê: Zîhniyet heman zîhniyete!
09:08
JINHA
ŞIRNEX - Hanim Bîlena ku ji ber êrîşên qirkirinê a dewletê neçar maye ji Şirnexê derê, di salên 90'an de heman bûyer jiyaye. Hanim destnîşan kir ku zîhniyeta dewletê li hember gelê Kurd ji salên 90'an heya niha hemane û wiha got, "Em hizirîn ku rojên xirab li pişt me maye, lê belê wiha nebû. Di roja îro de em heman bûyeran dijîn."
Li Şirnexê ji ber qedexe û êrîşê dewletê li hember taxên xwerêveberiyê gelek welatî neçar man ji cih û warê xwe koç bikin. Yek ji wan Hanim Bîlene. Hanima ku li Taxa Gundogduya Şirnexê dijiya, niha bi piştevaniya xizmên xwe li beldeya girêdayî Hilalê dijî. Hanimê ku tevî zarokên xwe koç kiriye, tenê daxweza wê bê heqiya ku lê hatî kirin dane bihîstandine. Hanimê da zanîn ku zîhniyeta dewletê li hember gelê Kurd ji salên borî heya niha hemane û wiha qala serpêhatiya xwe dike:
"Gava ku zewicîm hatim gundê Balıkliyê a girêdayî Şirnexê. Rez û baxçeyên me hebûn. Me sewal xwedî dikir û dimis çêdikir. Wan deman jî wiha zilmê li me kirin. Gundê me tev şewitandin û bi topan êrîşê kirin. Malên me şewitandin, me koç kir. Dûvre em hatin Şirnexê. Di sala 1992'an di roja Newrozê de li ber çavê me tev mirov qetil kirin. Li ber derê malê me xizmê me Nezîr Denîz qetil kirin. Tenê malê me bû hedefê 7 topan. Bi guleyan êrîşê me kirin. me nedikarî serê xwe hildin. Sê roj û sê şev me demên giran derbaskir. Me got rojên giran borî, lê belê wiha nebû. Roja îro jî heman tişt bi me dan jiyandin."
'Baxçeyên me dan ber agir, sewalên me tev şewitandin'
Hanimê da zanîn ku ji salên 90'an û pêve ew berî 2 sal çûye gundê xwe û wiha domkir, "Em çûn gund me gûz dane hev û me simaqê xwe berhev kir. Hinedek me rezê xwe û dora xwe paqij kir. Lê ev kêfxweşî dirêj nekir. Dewleta Tirkiryê vê carê jî hat daristan û baxçeyên me tev dan ber agirê. Sewalên gundiyan tev şewitandin û qedexe anîn herêmê."
'Ew zarokên men in'
Hanimê bilêv kir ku li Şirnexê şerek giran pêk tê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ne gunehe ewqas ciwan li Şirnexê mane? Ew jî ne zarokên me ne qey? Heya ku em wek Kurd dest nedin destê hev ev rewş sererast nabe. Em dibêjin wekhevî û aştî, lê dewlet dibêje 'şer'. Êşê me ewqas mezine nayê ziman. Şirnexê wêran kirin. Agahiya me ji malên me jî nîne ka çibûye."
(rc)