Karker li hember kaputalîzmê keda xwe diparêzin
09:12
JINHA
MÊRDÎN - Karkerên li mazata genim ya Qoserê dixebitin, piştî ku hin kesên xwedî pere kepçe ji bo barkirina adaniyan anîn mazatê, bê kar man. Bi dehan karkerên ku berê li mazata genim dixebitîn û bi hezaran xizmên wan debara xwe ya jiyanî pê dikirin, niha ji ber hatina kepçeyan him kar kêm buye û him jî mafê keda karkeran hîn kêmtir tê dayîn.
Piştî Şoreşa pîşesaziyê û pêşketina teknolojiyê gelek karên ku bi qeweta mirov dihate kirin ji destê wan derket û dewsa hêza mirov amûrên teknolojîk girtin. Pêşketina teknolojiyê ji aliyekî de fêdeyên mezin li mirovahiyê kir û ji aliyekî din ve bû sedema çîna di nava mirovan. Mirovên ku xwedî erd û hêz bûn, mirovên bê hêz û erd eciqandin û ew bi hêza xwe muhtacî xwe kirin. Wekî mînak cotê ku bi rojan bi hesp û dewaran dihate kirin piştî çêkirina terextorê hîn zûtir û hîn baştir tê kirin. Ev yek mînakekî baş ya ji bo mirovahiyê ya ku teknolojiyê pêk aniye ye. Lê li Qoser a Mêrdînê amûrekî teknolojiyê buye hinceta bênanmayîna karkeran.
Karkerên ku beriya kepçe were mazata genim serê barkirina tonek zad bi 7 TL'yan dixebitîn, bi hatina kepçeyan ton a zad bi 5 TL'yî bar dikin û karê wan jî kêm buye. Li tevahiya mazata genim ya Qoserê nêzî 200 karker bi heman rengî dixebitin.
'Berê 100 TL, niha pere nîn e'
Karkerê bi navê Haco Oguz yê ku 5 zarokên wî hene û di malê de tenê dixebite aşkere kir ku ew her roj di saetên serê sibehê tên û li gor hebûna kar carina heta derengê şevê vedigerin malê û wiha axivî: "Dema çandiniyan em carina rojê 100-150 TL'yî bi dest dixin. Niha him ji ber ne dema çandiniyan e û him jî ji ber hebûna kepçeyan karê me nîn e. Berê karê kepçeyê 50 mirovî dikin û hemû kesan debara mala xwe dikir. Kepçeyek di 15 deqeyan de barê qemyonekê dikare valabike û dagire. Hêviya me ew e ku esnafên vêderê bi awayekî ku kes mexdur nebe pêşiya karê me vekin."
'Bi zehmetiyan debar tê kirin'
Osman Yuce (41) destnîşan kir ku her roj saetên serê sibehê de tê mazata genim û wiha got: "Em di nava salê de di dema çandiniyan de 3-4 mehan dixebitin û jê û pê ve karê me namîne. Em bi vî karî debara xwe di nava zehmetiyan de dikin. Bi hatina kepçeyan karê me ber bi nemabûnê ve diçe. Em ji xwediyê kepçeyan û esnafan re çi bêjin jî ew dê bi ya xwe dikin."
Li hemberî kepçeyan tekoşîna ji bo yek TL'yî...
Karkarê bi navê Mehmet Nur Şîmşek yê ku 15 sal e hemaliyê dike diyar kir ku esnafên li heremê serê tonek zad 5 TL'yan zêdetir nade û wiha got: "Berê her sal yek TL zêde dikirin. Li gelek deverên din mafê keda kedkaran serê tonê 8 TL tê dayin. 5 TL ne heqê keda me ye. Em bi 5 TL'yan tonê bar dikin, kepçe bi 3 TL'yan. Ji ber ku keda me hîn bêhtir e em ji neçarî wisa bardikin. Niha 4 kepçe li mazata genim ya Qoserê dixebite. Em li hemberî kepçeyan tekoşînê didin. Berê me li hemberî kêmdayîna pereyan grev dikir û me encam digirt. Lê niha ji ber ku kepçe hene pişta me ji aliyê kepçeyan de hate şikandin. Ellaf serê tonê 10 TL'yan distînin lê tevî keda xwe em 5 TL'yan distînin. Em nabêjin bela yê me jî 10 TL bidin, serê tonê 6 TL bê dayîn dê karker jî bêhnekî fireh bistîne."
Li mazata Genim ya Qoserê 200 karker ji sedan xizmên xwe re, 4 kepçe ji xwediyê xwe re dixebite. Berxwedana keda karkeran ya li dijî hebûna kepçeyan ji bo serê tonê 6 TL'yan berdewam dike. Gelek karker tevlî hemû neyîniyan her roj tên mazata genim û cihê xwe ji amûrên teknolojiyê re nahêlin. Her çiqas kepçe ji karkeran zûtir bar vala an bar bike jî bi qasî karkeran paqij nikare bixebite û zadê li erdê komkirî bê karkerekî nikare ji erdê paqij bike.
(ua/zt)