Jina ku polîsan li eywana mala wê birîndar kir jiyana xwe jidest da
09:31
Gulan
16
/ 2016
JINHA
STENBOL - Li Sultangaziyê jina bi navê Pinar Gemsîz a ku li şaneşîna mala xwe rûdinişt bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Gazî ya Sultangazî ya Stenbolê di dema pevçûna navbera ciwan û polîsan de jina bi navê Pinar Gemsîz a ku li şaneşîna mala xwe rûdinişt bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Pinar a ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Taksîm Gazîosmanpaşayê jiyana xwe ji dest da dê piştî nîvro li taxa Gazî bê definkirin.
(zt)