Têkoşîna edeletê ya ji Plaza de Mayo heta Garasarayê dirêj dibe

10:05

JINHA

STENBOL-Ji deverên cuda yên cîhanê xizmên windayan hatin cem hev û Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Kesên Binçavan de hatine Windakirin, îlankirin û ji hefteyê re demek kurt maye. Têkoşîna dayikên ku ewladên xwe winda kirine têkoşîna xwe berdewam dikin.

Hefteya Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Kesên Binçavan de hatine Windakirin di 1996’an de hat îlan kirin û her sal di navbera 17-31’ê Gulanê de bernameyên Hefteya Windayan tê organîzekirin. Di serî de ji Ewropa, Rojhilata Navîn û Latîn Amerîkayê û gelek cihên din dayik tên cem hev û êşa wan dibe. Pêvajoya dîrokî ya vê hefteyê me dibe Hasan Ocakê ku li Tirkiyeyê hatiye binçavkirin û windakirin û Arjantînê.

‘Ji bo neyê jibîrkirin’
Dayikên Şemiyê dema ku cara yekem bi melhefên xwe yên spî di 27’ê Gulana 1995’an de li Qada Galasaraya Stenbolê runiştin, bi heman têkoşîn û bi heman melhefa sipî 18 sal berê li Arjantînê jî hatibû destpêkirin. 14 dayikên ku zarokên wan ji aliyê General Vîdela û ekîba wî ve hat binçavkirin û windakirin, her rojên pêncşema ku ya yekem di 30’ê Nîsana 1977’an de pêk hat li Qada Plaza de Mayo çalakiya runiştinê ya edeletê dan destpêkirin. Van jinên ku navê Plaza de Mayo girtin, ev 30 sale têkoşîna wan berdewam kir û li ber çavê hemû cîhanê çalakiya wan mezin bû tevî hemû polîtîkayên zextxwir hat qezenckirin. Çalakiya ku 14 jinî dest pê kir heta dawiya têkoşînê gihişt 300 jinî. Dayikên Plaza de Mayo ji bo ku cuntaya faşîzan a welat bi dawî bibe, bandorê li ser civakê jî dikin.

‘Qad, dayik û melhef’

Dema ku dayikên Plaza de Mayo di çalakiyê de bûn, rejîma faşît li welatekî din, bi navekî din, şoreşger winda dikir. Li Tirkiyeyê yek ji sîmgeya windahiyên binçavan Hasan Ocak e. Dema Hasan hat windakirin, malbata Ocak daxuyaniyek çapemeniyê dide. Bavê Ocak, dibêje ‘hun bi xêr hatin daweta kurê min’. Piştîş vê her şemî çalakiyên runiştinê pêk tên. Yekem car di 27’ê Gulana 1995’an de dayik bi melhefa spî dest bi çalakiyê dikin.
Têkoşîn dibe yek…

Di encama kampanyaya ji bo Hasan Ocak tê meşandin de, derket holê ku Hasan di encama îşkenceyê de hatiye kuştin û li goristana bêkesan hatiye definkirin. Têkoşîna dayikên şemiyê ya her hefte hat meşandin di 1996’an de bi têkoşîna xizmên windayan ya Plaza de Mayo û welatên din re dibe yek. Li Erdnîgariya Kurdistanê Dayikên Aştiyê ji bo ku canê malbatên din neşewite gotin ‘aştî’. Di 1996’an de di 17-19’ê Gulanê de Komxebata Windayan malbatên ku êş û têkoşîna wan yek bû anî cem hev.

Têkoşîn dibe gerdunî..

Di komxebatê de ji bo têkoşîna yekbûyî berdewam bike, biryar didin ku Komîteya Navneteweyî ya Li Dijî Windayên Binçavan (ICAD) bê avakirin û di 17’ê Gulanê de ku Hasan Ocak di vê dîrokê de hatibû kuştin, Hefteya Têkoşîna Naventeteweyî ya Li Dijî Windayên Binçavan hat îlankirin.
Di salên dawî de; di 1997'ande li Kolombiya-Bogota, di 1999'an de li da Filipinler-Manila, di 2002'an de li Almanya-Nurnberg, di 2006'an de li Amed û di 2010'an de li Îngîlîstan-Londonê komxebat pêk hatin û têkoşîn dibe têkoşîna gerdunî.

Ev qêrîn û têkoşîna dayikan di 2007’an de li Neteweyên Yekbuyî ferz dike ku Peymana Windayên Navneteweyî îmze bike. Ji bilî Tirkiyeyê ji 90’î zêdetir welatî ev peyman îmze kir.

(hu)