Roja Zimanê Kurdî bi coşek mezin hat pîroz kirin

12:14

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Bi munasebeta roja zimanê Kurdî li bajarên Qamişlo, Rimêlan, Til Temir, Dirbêsiyê, Hesekê û Amûdê yên Kantona Cizîrê, her wiha li Kantona Kobanê jî şahiyên pîrozbahiyê pêk hatin. Di pîrozbahiyên hatin organîzekirin de, girîngiya pêşxistinê zimanê Kurdî hate ziman.

Komîteya Perwdeya Civaka Demokratîk bi boneya 15'ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo şahiyek lidar xist. Şahî bi beşdarbûna dehan mamosteyan li peymangeha Perwedeya Zimanê Kurdî ya Cegerxwîna hate lidarxistin. Endamê Peymangeha Cegerxwîn Mihemed Silêman, endama peymangehê Medya Osman û Hevserokê Meclîsa Gel a Qamişlo Feyrûşah Remezan jî axivî. Di berdewama şahiyê de Hevseroka Desteya Perwedeyê yê Kantona Cizîrê Malik Hena jî axivî û cejna zimanê kurdî li tevahiya pêkhateyên kantona Cizîrê pîroz kir. Şahî bi stran û xelekên govendê dewam kir. Heta dawiya şahiyê jî stranên hunermend Aram Tîgran hatin stiran.

TIL TEMIR

Di şahiya li bajarê Til Temir de bawernameyên şagirtan jî hate dayîn. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) şahiyek li peymangeha şehîd Jiyan a bajêr lidar xistin, şahî bi amedebûna sedan mamûste û şagirtin peymangeha şehîd Jiyan û bi dehan gelê Til Temir amadebûn. Rêveberiya komîteya Perwerdê Civaka Demokratîk ya kantona Cizîrê Zozan Hac Ehmed, li ser navê Kongreya Star a bajarê Til Temir Çinar Yûsiv cejna zimanê kurdî li hemû mamûsteyan pîroz kirin. Koma Peymangeha Şehîd Jiyan û koma Şoreş ya bajarê Til Temir stranên xwendin. Di dawiya şahiyê de şagirtên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bawernameyên xwe girtin û bi kêfxweşîyeke pir mezin şahî bi dawî bû.

AMÛDÊ

Bi dehan şêneyên bajar, di şahiyê li Navenda Şehîd Canyar ya zimanê kurdî beşdar bûn. Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî Firyal Silêman ev cejin pîroz kir û endamê TEV-DEM'ê Silman Şêx , rêvebera Kongra Star Minewer Xalid axaftin kirin. Di axaftinan de ev roj li hemû beşdaran hate pîroz kirin. Piştî axaftinan ji hêla komên TEV-ÇAND'ê şano hate pêşkêşkirin û govend hate gerandin.

RIMÊLAN

Şahî ji hêla SZK'ê ve û bi tevlîbûna dehan kes ji gelê Girkê Legê û Rimêlan hate organîzekirin. Endamên Akademiya Xweser a Jinan ku di 4'ê Nîsanê de dest bi perwerdeyê kiribûn hatin xelat kirin. Di şahiyê de bi navê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ji hêla Semîra Ebd El-Ezîz û bi navê Akademiya Xweser a mamosteyên jin ve Nûjîn Mihemed axaftin hatin kirin. Di nava axaftinan de bal hate kişandin li ser rola jinê di pêşxistina zimanê kurdî de û hate gotin ku jin bi xwedî derketina li ziman û çanda xwe dikarîbû hemû rêbazên qirkirinê yên ku dijmin li ser gelê kurd pêktîne vala derxinin. Şahî bi stranên Koma Alanye û dîlanê bidawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Roja Zimanê Kurdî li Gulîstana Şehîd Zevîn bi şahiyekê hate pîrozkirin. Bi sedan ji miletên bajarê Dirbêsiyê li Gulîstana Şehîd. Hevseroka TEV-DEM'ê ya kantona Cizîrê Edalet Omer û endama Desteya Perwerdê ya Rojava Semîra Hac Elî ev roj pîroz kirin. Di berdewamiya şahiyê de koma Zîlan a bajar stran gotin. Paşê li 213 xwendekaran bawernameya asta yekem û duyemîn hate belavkirin. Şahî bi govend bidawî bû.

HESEKÊ

Yekîtiya Mamosteyên Zimanê Kurdî li Navenda Ziman û Perwerdeyê şahiyek lidarxist. Di şahiyê de mamosteyên zimanê kurdî û endamên TEV-DEM, endamên PYD'ê û Saziyên Civaka Sivîl beşdar bûn.
Hevseroka Desteya Ziman û Perwerdê Nesrîn Reşk derbarê vê rojê de axaftin kir, di nava axaftina xwe de ev roj li hemû kurdan pîroz kir. Her wiha hevserokê Desteya Ziman û Perwerdê Mihemed Salih Elebdo roja 15'ê gulanê wekî rojeke dîrokî destnîşan kir. Salih da diyar kirin ku li ser berdewam kirina vê kar û xebatê wê hewl ji bo vekirina zanîngehe ziman jî were dayîn. Piştî axaftina 607 bawername li şagirtên zimanê kurdî ku sê aste bidawî kirine hatin belavkirin. Şahî bi govendên Koma Tolhildan û stranên şoreşgerî re bidawî bûn.

KOBANÊ

Bi boneya cejina zimanê kurdî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-DMEOKRATÎK) û Saziya Zimanê Kurdî şahiyek li stada kevin a topê bi beşdarbûna dehan kes ji şêniyên bajêr lidarxist. Qada şahiyê bi wêneyên pakrewanan hate xemilandin û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rêzan Etî û Cîgirê Meclîsa Rêveber Xalid Berkel axaftin kirin û 15`ê gulanê li tevahiya gelê kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di nava axaftinan de bal hate kişandin li ser rola zimanê kurdî di pêşxistina şoreşa Rojava de û bi giştî giringiya ziman û perwerdê di parastina çanda resen a civakan de. Şahî bi stranên koma Şehîd Seydo, şanoyên koma şanoyê ya Saziya Zimanê Kurdî, koma dîlanê ya dibistana Şehîd Perwîn û Komîteya Wêjeyêya Saziya Zimanê Kurdî bi gotin û helbestan dom kir. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.

(kom/rc)