Li Şirnexê 2 mehin agahî ji girtiyan nayê girtin!

12:17

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê dest pê kirin heta niha, mafên girtiyan ên pêwendî û hevdîtinê tên binpêkirin û li gel vê girtiyên nexweş û birîndar tedawiya wan nayê kirin û ev du meh e tu xeber ji wan tune ye. Li ser vê parêzeran serî li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê da, Dadweriya Înfazê ya girtîgehê bo wan bes gotiye, "Tu kêmaniyeke cemaweriyê tune ye. Ez ne berspirsiyar im."

Li Şirnexê piştî êrîşên qirkirinê yên di 14'ê mehê de destpêkirin, têketin û derketina li navçeyê bi her awayî hat qedexkirin û li gel vê jî bi her awayî pêwendiya bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatiye birîn û hevdîtin pêk nayên. Li girtîgehê 300 jê siyasî bi giştî nêzî hezar girtî hene û mehkûm hene. Li girtîgehê li gel girtiyên siyasî û mehkûmên edlî bi her awayî manfên wan ên pêwendî û hevdîtinê hatine binpêkirin û tu xeber ji wan tune ye. Ji 8'ê adarê ve tu agahî ji girtî û mehkûmên edlî nayên girtin û li gel vê ji 14'ê adarê heta niha hevdîtina bi malbat û xizman re jî pêk nayê.

Bi SEGBİS'ê jî nikarin beşdarî rûniştina bibin

Hin girtiyên ku her çiqas mîhadê dozên wan derbasbûne jî, wan dernaxînin dadgehê û ji bo rûniştinên dozan pêk bên, mafên wan î bi SEGBÎS'ê jî tê binpêkirin.

Danûstendina li kantînê jî qedexe ye

Hat ragihandin ku li girtîgehê av hatiye birîn û destûra danûstendina ji kantînê jî bi her awayî hatiye qedexekirin.

Girtiyên nexweş û birîndar nayên tedawîkirin

Li gor agahiyên ji parêzerên girtiyan hatin girtin, girtiyên ku di êrîşên arasteyî Cizîr û Silopiyê de birîndar bûn û hatin girtin û bi tena serê xwe nikarin pêdiviyên xwe yî zarûrî pêk bînin, bi tu awayî wan naşînin revîrê. Li gel vê ji ber li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê nexweş nayên qebûlkirin, tedawiya girtiyên nexweş û birîndar pêk nayê.

Sirgûn pêk tên, lê derbareyê wan de tu agahî tune ne

Her wiha li girtîgehê di demên dawî de bi taybetî gelek girtiyên siyasî hatine sirgûnkirin û bo malbatên girtiyên sirgûnkirî bi tu awayî agahî nayên danîn û malbat nizanin ku zarok û xizmên wan bo kuderê hatine sirgûnkirin.

Dadweriya Înfazê: Ez ne berpirsiyar im

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ya ku ev ji du mehî zêdetire bi her awayî mafên girtiyan lê tên binpêkirin û bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin, Dadweriya Înfazê ya girtîgehê bo parêzerên girtî û malbatan bes gotiye, "Tu kêmaniyeke cemaweriyê tune ye. Ez ne berspirsiyar im."

(kom/zt)