Dê jin birînên Cizîrê bipêçin
12:30
JINHA
ŞIRNEX - Hatîce Dayan a li taxa Cûdî ya Cizîrê di dema êrîşên qirkirinê de bi êrîşên herî dijwar re rû bi rû mabû dijî. Hatîce diyar kir ku mala ku birayê wê ji bo dawetê amade kiriye weke "jêrzemîna yekemîn" di hişan de maye. Hatîce a ku li gel lingên xwe yên seqet li taxê di nava avahiyên ku hatine xirabkirin de disekine wiha got: "Em ê weke jin birînên Cizîrê ji nûve bipêçin û baş bikin."
Hatîce Dayan yek jî welatiya ku bi mehan ji êrîşên li hemberî navçeya Cizîrê ya Şirnexê re şahidî kiriye bû. Hatîce 34 rojên qedexeyê li taxa Cûdî dimîne û ji hemû weşhetên hêzên dewleta tirk re şahidiyê dike. Mala ku birayê wê ji bo zewacê amade kiribû, di hişmendiya gelê herêmê de wekî "jêrzemîna wehşetê ya yekemîn" maye. Piştî komkujiya hêzên dewete bi dehan avahiyên li taxê hatin hilweşandin, ji van avahiyan 7 avahî jî ya malnata Dayan e û wan jî ji vê talanê para xwe girtiye. Hatîce di nava xirabeyan de pişta xwe daye darekî û li xirabeyan temaşe dike. Her çendî bi zehemetî hin tişta bîne ziman jî lê bi laçika xwe ya spî hêsirê xwe paqij dike û hewl dide çend gotinan bîne ziman.
Hatîce da zanîn hêzên dewletê di salên 1980 û 90'î de êrîşê taxê kirine û wiha pêde çû: "Jinên herêmê di Newrozê de ji bo van rojên reş belav bikin cilên rengîn li xwe dikirin. Her kesên ku ev yek didîtin derdiketin kuçeyan. Lê ya vê carê cuda bû, tiştekî ku me dî dîrokê de nedîtî bû."
‘Min guhê xwe da qêrînan’
Hatîce aşkera kir ku gelê Cizîrê bi mehan li dijî hêzên dewletê li ber xwe daye got ku du zarokên wê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane. Hatîce bi lêv dike ku berî ku ew jiyana xwe ji dest bide, dixwaze taxa Cûdî dîsa vegere kêfxweşî û şahiya xwe ya berê û ev tişt got: "Min ji bo axa xwe gelekî li ber xwe da lê nebû. Cizîr axa bav û kalê min e. Ji bo ez şer rawestînim, min du kurên xwe û 4 nebiyên xwe feda kirin. Tuyê niha bipirsî 'Te çi dît?' di vî şerî de. Ka min çi nedît; çi qêrîn û çi azar hatin guhên min. Lê min li hemberî van qêrînan wekî kurdên din nekir. Her çendî lingên min seqet jî bin, min xwest ez alîkariyê bidim zarokên berxwedêr. Dema dengek ji wan dihat, min jî bersiva wan dida û li cihê ku rûdiniştim, min deng dida wan û bangî wan dikir ku bên vir, min bi dehan caran bang dikir û nikaribûn li cihê xwe rabim, min dixwest ez qêrîna xwe tevli dengê wan bikim, dilê min şewitî û min nikaribû tiştek jî bikira."
'Ez jî ji berxwedana wan re mehtel mam'
Hatîce da zanîn ku wê ji du mehan zêdetir bi du zarok û nebiyên xwe re di malê de mane, di meha destpêkê de jî wê ji zarokên xwe re got ku ew dê ji taxê dernekeve. Hatîce berxwedana ku pêre şahidî kiriye bi van gotinan tîne ziman: "Niha hûn dibêjin li hemberî wan tang û topan çend kesan li ber xwe da? Di hin malan de ciwanek, di hin malan de jî 2 ciwan hebûn. Bi rojan çawa li ber xwe dan ez jî mehtel mam."
Hatîce derbirî ku di 34'emîn roja şer de wê du nebiyên xwe ji bo ambûlansê bîne şandiye derve û bi hatina ambûlansê re ew jî derketiye derve û wiha axivî: "Piştre kurê min hat ez bi ambûlansê girtim, malbata min ji hev belav bûbû min ew li hev civandin û em derbasî Qoserê li gel xizmên xwe bûn. Nebiya mina 15 salî di tevahiya rê de giriya û got; 'Me hevalên xwe û axa xwe çima hişt em hatin?' Ji berxwedanê dûr qebûl nekir û li çavên min nihêrî û bi wî dilê xwe yî mezin tevli gerîlayan bû."
‘Berî ku em bimirin em dê birînê Cizîrê bipêçin’
Hatîce aşkera kir ku wan di televîzyonan de wehşeta li jêrzemînan bihîstiye, lê jêrzemînên wehşetê li ku ne wa piştre hîmbûye û wiha behsa kêliyên wê demê dike: "Lê dema dîmen hatin weşandin min dît ku mala biramê min ya ku min bi destên xwe neqişandî ye, ev der ji mirovan re bûbû jêrzemîna mirinê. Agir bi kezeva min ket û min li çongên xwe dan."
Hatîce herî dawî destnîşan kir ku piştî qedexe rabû, wê zext li zarokên xwe kiriye ku vegerin Cizîrê û diyar kir ku ew her roj tên li cihên xirabeyan bi dayik û jinan re ji bo birînên Cizîrê ji nûva derman bikin, di nava hewldana de ne.
(kom/zt)