'Berxwedana Ferhatan ya agir netemirandin wê ronahiyê bîne’
12:42
Esra Aydin/JINHA
MÊRDÎN- 4 ciwanan di Zindana Amedê de digotin ‘Agir netemirînin’, û li dijî teslimiyetê berxwedan qîr dikirin. Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn, Ferhat Kurtay ku wek ‘şeva çaran’ derbasî dîrokê bûn, di salvegera çalakiya wan de xwişka yek ji kadroyên damezrîner yên PKK’ê Ferhat, got: “Berxwedana Ferhatên li Nisêbîn, Gever û Şirnexê wê pêşerojek ronî bîne.”
‘Agir netemirînin, agir netemirînin, ev çalakiyeke li dijî neteslîmbûnê ye…’ ev hevok aydê Necmî Oner, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Ferhat Kurtay k udi 18’ê Gulana 1980’ê de di zindana Amedê de li dijî zilma li ser gelê Kurd bedena xwe dan ber agir e.Ev çalakî wek ‘şeva çaran’ derbasî dîrokê bû û li Kurdanê jî bû sembola berxwedanê.Ev rojên dîrokî ku bi Mazlum Doganan destpê kir û bi 4’an berdewam kir, bit ifa Sakîna Cansizê ya li rûyê îşkencekar bû abîde, îro li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Gever û Şirnexê tê meşandin. Meşaleya ku çar ciwanan pêxist îro di ruhê Asyayan, Berçeman, Rozerîn û Çiyageran berdewam dike.
Me bi xwişka Ferhat Kurtay re ku li Qoserê dijî axivî. Rabîayê da zanîn ku Ferhat ji biçûkatiya xwe de kesekî berxwedêr bûye. Rabîayê wiha berdewam kir: “Me dizanibû ku wê li girtîgehê çalakiyekî pêk bîne û vê zilm û neteslîmêbûnê qebûl neke. Ferhat li dijî îşkecen û zextê ti car teslîm nebû. Wê ji îşkenceyê re nedigot îşkenceye jî.” Rabîayê bi lêv kir ku bi agirê berxwedana zindanan a dema darbeyê, îro li Nisêbîn, Şirnex û Cizîrê ciwan li dijî mirinê berxwe didin û wê ev pêşerojek ronî bîne.
'Rojên ku me bi Ferhat re derbas kir wek temenî kin ma'
diyar kir ku rojên ku bi Ferhat re derbas kiriye qet jibîr nekiriye û got: “Rojên kum e jiyan di hişê me de ye. Ew hevalên xwe li kolanên Qoserê dimeşiyan. Ew roj nayên jibîrkirin. Ferhat gelek jîr û serkeftî bû. Ew li kû ba her kes li dora wî biciviya. Her kesî jê hez dikir. Hem erebî û hem Tirkî dizanibû. Endezyariya Elektîrîk Elektronîkê dixwend. Ligel apê min bû. Apê min di vê rê de bû. Sankî soz dabû xwe, gotibû ezê dibistanê biqedînim. Wek şoreşgerekî bi hişmend dixwest beşdarî PKK’ê bibe. dibistan qedand. Li Enqereyê ew nas kirin. Wê demê saet bibûya 12 ceyran diçû. Hevalê wî diçûn digotin wê lambeyê pêxistin em bi hev re runin. Ez ligel wî rudiniştim, min wêne xêz dikir. Me çay çêdikir. Bi hev re dixwar. Me gelek ji hev hez dikir. Em 6 xwişk û bira bûn. Xwezî ew roj bihatana. Ew roj wek xeyal man. Ez gelek bêriya bêriya wwan rojan dikim.”
‘Ferhat xwedî ruhekî berxwedêr bû’
Rabîayê da zanîn ku ev çalakiya ku Ferhat û her sê hevalên xwe pêk aniye ji bo pêşeroja gelê Kurd gelek girîng bû û wiha berdewam kir: “Ferhat ji biçûkatiya xwe de xwedî ruhekî berxwedêr bû. Rojekî li girtîgehê ji girtiyan tê gotin ku wê taştêyek xweş bê amadekirin. Girtî jî kêfxweş dibin. Ferhat rewşê fêm dike û dibêj hun dizanin wê çi binin? Ferhat ji girtiyan re dibêj wê ava tuwaletê bînin. Kazanê sibehê tînin û bi rastî jî pisiya tuwaletê têde bûye. Ferhat bertekê nîşan dide. Ferhat digirin îşkenceyê. Ferhat teslîmê îşkence û zilmê nebû. Îşkenceya lê hat kirin, negot. Digot çi dixwazin bila bikin lê bila min nedin ceyranê. Dewletê ev hîn kir û Ferhat bi awayekî giran dida ceyranê. Dîsa jî teslîm nebû. Nediçû nexweşxaneyê. Derman qebûl nekir. Dawiya vê berxwedanê ronî bû. Îro dîsa zilm didome me dizanibû wê Ferhat berxwe bide. Li dijî zilmê her tim bersiva wî hebû. Wî jî bedena xwe da ber agir.”
'Ferhat te girtîgeh kiriye bihûşt'
Rabîayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Vê çalakiya fedayî agirê girtîgehê temirandiye. Di girtîgeha hejmara 5 de dima. Teslîm nebû. Dema nû hat girtin hevdîtin hebû. Apê min û xaltiya min çûn hevdîtinê. Me jî wê demê Ferhat dît. Ji wê şûnde me nedît. Nîşanê me nedidan. Digotin Tirkî baxivin. Rojên zehmet bûn. Bi berxwedana wan re şert û mercên girtîgehê guherîn. Piştî berxwedana wan me got Ferhat te girtîgeh kiriye bihûşt.
Rabîayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew rojên dîrokî ku bi Mazlum Doganan destpê kir û bi 4’an berdewam kir, bit ifa Sakîna Cansizê ya li rûyê îşkencekar bû abîde, îro li Sûr, Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Gever û Şirnexê tê meşandin. Meşaleya ku çar ciwanan pêxist îro di ruhê Asyayan, Berçeman, Rozerîn û Çiyageran berdewam dike.
(hu)