Jinên jiyana nava betonê naxwazin bêriya jiyana xwezayî dikin

14:36

Gulfidan Ataman/JINHA

WAN - Jinên Artemêtan ji ber polîtîqayên şerê dewletê neçar dimînin di TOKI yan de jiyan dikin. Jin bêrîkirina xwe ya jiyana xwezayî bi şînatiya ku geyayê di nav betonê de şînbûyî kom dikin dibûrîn in.

Jin di nava hewayê bajêr ê giran de jin bi axê şêwe didin jiyanê. Jin ji ber şerê li Kurdistanê didome li navçeya Artemêtan a Wanê neçar dimînin di TOKI yan de jiyan dikin. Jinên ku jiyana wan dinava 4 dîwaran de tepisandine çare di komkirina giya de dibîni in. Ji van jinan Rojda Devrim (26) diyar kir ku ew neçar mane di TOKI yan de jiyan bikin û anî ziman ku jiyana wan di nava betonê de hatiyê tepisandin. Rojda got ku divê jin dinav xwezayê de bijî û wiha berdewam kir: "Gava tekiliyên jin û xwezayê ji hev bê qutkirin, wê deme dewlet digihîje armanca xwe."

'Ez bi berbangê re berê xwe didim çiya'

Rojda anî ziman ku ew tucar dev ji jiyana xwezayê bernadin û giya yê ku kom dikin jî di heman demê de jî ji bo tenduristiyê başe û wiha dom kir: "Her sal bi hatina biharê re em derdikevin bejayiyan û giya komdikin. Gelek ji wan giyanên em komdikin, em ji bo zivistanê jî hişk dikin. Hinek ji wan jî dema hişk dibe, em baş hur dikin û di nava xwarinan de bikartînin. Heta em ji wan re biharata kurdan dibêjîn. Giyayên em komdikin hinek ji wan wihane catir, nane û gelek giya yê çolê komdikin. Em van giyayan li bilindahiya çiyayan kom dikin. Ev nane ya çolê ne wek ku li bazaran di mekînan de tê hurkirin. Em giya xwezayî hişk dikin. Ev biharat di xwerinan de û ji bo bêhin vekirine jî te bi kar anîn."

'Ez ji nava betonê derkevim, ji giya yan bêhnê digirim'

Hikmet Balik (65) jî bilêv kir ku ji bo şerê li Kurdistanê berdewam dike neçar mane koçî Wanê bikin. Hikmet diyar kir ku bi salanê dinav xwezayê de jiyan dikir. Hikmet a ku dinav betonê de bêhnê nagire destnîşan kir ku ew ji bo jiyanê çiya cîwar dibîne û got, "Ez serê sihan diçim çiyê giya kom dikim. Ev giyayê em komdikin wek catir, şîrêz, gezgezk, pirparê û hwd in. Ez hem digerim û hem giya kom dikim. Giya yê ku ez bihara kom dikin hinak jê radikim zivistanê. Piştî ku ez giya kom dikim ji bo hişk bibe, em dideynin pêşiya şibakê."

'Çiqas zehmet be jî gava ez giya kom dikin keyfxweş dibim'

Siyaset Satici (55) jî bilêv kir ku tenê kêliya di nava xwezayê dene xwe dilşad dibe û got ku berî 3'ê sala jiyana wê di nava TOKI yan de hatiye tepisandin û got, "Ez li serê çiyayên bilind giyayê wek karî, nane û catir kom dikim. Dema ez ji xaniyan derkevim û diçim nav giya bêhnê digrim. Dema ez giya yek bi yek kom dikim pişt re li xwe û xwezayê jî digerim. Giya ji bo ku dinava keviran de şîndibe kom kirina wan piçek zehmete. Çiqas zehmet be jî ez ji komkirina giya dilşad dibim. Ez hinek giya ji bo zivistanê kom dikim. Van giyayan jî ez dinava birinc, savar û şorbê de bikartînim."

(dt/zt)