Li Xaneqîn ji bo Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî merasîma bîranînê
15:20
JINHA
XANEQÎN - Li bajarê Xaneqîn ji bo bîranîna Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Leyla Qasim di 13’ê Gulana 1974’an de ji aliyê rejîma Baas a Sedam ve hat darvekirin. Di 9’ê Gulana 2010’ê de Şirîn Elemhûlî ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ê bi dirûşmeya ‘Şehîd Ronî û Felsefeya Jiyana me ne’ li bajarê Xaneqînê ji bo du jinên şoreşgerên Kurd Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî merasîma bibîranînê hat lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana tevahî kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest dayî destpê kir. Di merasîmê de axaftin hatinkirin, peyama RJAK’ê jî ji aliyê Dr. Rabîe Ebas ve hat xwendin.
Dr. Rabîe di derbarê têkoşîna Şîrîn û Leyla de wiha axivî; “Van her du jinên şoreşgerên Kurd, lapereyek zêrîn di dîroka gelê Kurd de vekirin. Em îro weke jinên Kurd bi dîroka têkoşîna xwe serbilindin. Şehîd Şirîn Elemhûlî li hemberî rejîma Komara Îslamî ya Îranê û Leyla Qasim jî li hember rejîma Baas a rûxayî, berxwedan meşandin. Li gel van jinên şoreşger 8 jinên din ên şoreşger jî hatin darvekirin. Ew jî bi şêweyek lehengî tevlî nav karwanê şehîdan bûn. Belê jinên têkoşer bi şêweyek bê çavtirsandin û bi îradeyek xurt, bûne sembola têkoşîna rêya azadiya gelê Kurd.
Em weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê, şehîd Leyla Qasim û Şirîn Elemhûlî weke sembola berxwedana jinên Kurd dibînin. Emê li ser rê û têkoşîna wan berdewam bikin. Her wiha dawa li gelê me, bi taybet li jinan dikin ku xwedî li doza wan derkevin û bi çalakiyên cûr be cûr helwesta xwe nîşan bidin. Em carek din kiryarên rejîma Îranê yên darvekirinê şermezar dikin.”
Piştî axaftinan derbarê jiyana Leyla Qasim û Şirîn Ehlemhûlî de sînevîzyonek hat nîşandan. Di dawiya merasîmê de ji çend helbest hatin xwendin.
(zt)