Li seranserî bajarê Şirnexê êrîş giran dibin
15:31
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê li derdora Taxa Yeniyê, tîmên taybet ên gelek avahî valakirin agir bi wan xistin û li ser avahiyên bilind segvan bi cih kirin. Her wiha pevçûnên li bajêr jî didomin.
Li Şirnexê ev 63 roj in êrîşên hêzên dewletê û li gel van êrîşan jî berxwedana xwerêveberiyê didome. Tîmên taybet ên danê sibehê gelek avahiyên li derdora Taxa Yeniyê valakirin, agir bi wan xistin û li ser avahiyên bilind jî segvan bi cih kirin. Tîmên taybet ên agir bi avahiyên li Taxa Yeniyî û yên di navbera taxên Tekser û Vakifkentê de xistin, gelek bombe avêtin taxan. Her wiha segvan jî li ser avahiyên bilind hatin bi cih kirin.
Li gel vê, li taxên Bahçelîevler, Gazîpaşa û Îsmetpaşayê jî pevçûn û bombebaran jî didome. Li Taxa Cûmhûriyetê jî duxan hêl dibin.
Li seranserê bajêr pevçûn didomin.
(kom/zt)