'Li Nisêbînê çekên kimyayi xebitandin'

16:44

JINHA

MÊRDÎN - Koordînasyona Giştî ya YPS'ê têkildarî şerê li Nisêbîn û Şirnexê daxuyanî da û diyar kir, hêzên dewletê ku nikarin bi berxwedana xwerêveberiyê, bi balafirên şer bombeyên bi tonan li ser Nisêbînê dibarînin û çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî qedexe ne, bi kar tînin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), YPS'ê têkildardî şerê li Şirnex û Nisêbînê bi daxuyaniyekê agahî da. Di daxuyaniya YPS'ê de wiha hat gotin: "Çeteyên Qesrê yên li pêşberî berxwedana xweparastinê ya gelê me bêçare man e, bi bikaranîna tank, top, obus û her şêwe hêza teknîkê dixwaze encamê bigire. Çeteyên Qesrê bi van êrîşên xwe yên barbar û bêperwa ve hewl didin malên gelê me xera bikin, bajaran bikin xirbe û bi vî rengî xwe bigihînin encamekê. Çeteyên ku ji avn êrîşên xwe yên wehşî û li dijî mirovahiyê jî nikarin encamekê bi dest naxin, ev demeke bi balafirên şer bombeyên bi tonan li gelek deverên Nisêbînê bi taybetî li taxa Alîka dibarînin. Ev bombeyên eyarkirî piştî wextekê didin teqandin. Çeteyen qesrê yên qîma xwe bi vê nînin, ji bo şikandina berxwedana hêzên me çekên kîmyewî jî bi kar tînin ku ev yek bi zelalî hatiye dîtin. Bikaranîna van çekên kîmyewî yên li qada navneteweyî hatine qedexekirin, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê yê hikûmeta AKP'ê dike, gelê me û mirovahî bêdeng nemînin. Weke hêzên YPS'ê yên li dijî faşîzm, dîktatorî û mêtîngeriyê di oxira mafên rewşa yên gelê xwe de li ber xwe didin, em bang li hemû hêzên welatparêz, sazî û dezgehên li Kurdistanê û hêzên demokratîk, alîgirên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin, ku li dijî van kiryarên li hemberî mirovahiyê yên dewleta AKP'ê bêdeng nemînin û têkoşînê mezin bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên demokrasiyê jî dikin, ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û vê wehşeta AKP'ê ya li Nisêbîn û Şirnexê dike bêdeng nemînin û xwedî li erkên mirovahiyê derkevin.

Encama Şerê li Nisêbînê;

Roja 13'ê Gulanê saet di navbera 10-11 de kepçeyek dema dixwest bikeve taxa Şehîd Gelhat bû hedefa derbên yekîneyên me. Li heman cihî saet di 12:00 de yekîneyên me li tankeke din a diket heman taxê xistin û piştî vê derbê tank ji neçarî vekişiya. Heman rojê 4 kepçeyan xwestin bikevin nava taxê û ev jî bûn hedefa derbên yekîneyên me. Li ser rêya Îpekê jî di heman rojê de ajokarê maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra û leşkerekî tîmê taybet dema ji maşînê dadiket bûn hedefa çalakiya yekîneyên me û di encamê de yek ji wan hat kuştin, yek jî bi giranî birîndar bû.

13'ê Gulanê saet di 11:00 de yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê li kepçeyeke dixwest bikeve nava taxa Alîka xistin û di encamê de ajokarê kepçeyê birîndar bû. Êvara heman rojê saet di 18:00 de tankek dixwest bikeve taxa Alîkar bû hedefa çekên giran. Ev tank tevî personel û cebilxaneya di hundir de hat îmhakirin.

Li taxa Alîka saet di navbera 12:00-13:00 de 2 kepçeyên xwestin bikevin nava taxê bûn hedefa yekîneyên me û neçar man xwe vekişînin. Heman rojê gelek kepçe û maşînên zirxî yên Kobra xwestin bikevin nava taxê. Di encama çalakiyên yekîneyên me de derb li van maşînan hatin xistin û hemû neçar man xwe vekişînin.

14'ê Gulanê saet di navbera 04:00-05:00 de li taxa Şehîd Gelhat, çeteyên Qesrê dema dixwestin li xaniyekî ji du qatan bi cih bibin, bû hedefa çalakiyeke sabotajê ya yekîneyên me. Di encama teqînê de gelek ji çeteyên Qesrê mirin û birîndar bûn. Agahiyên berfireh wê piştre bên ragihandin. Li heman cihî saet di 08:00 de yekîneyên me li çeteyên dixwestin ji aliyê rêya Çaxçaxê bikevin nava taxê xistin û di encamê de kepçeyek hat derbkirin. Heman rojê saet di navbera 10:00-12:00 de derb li maşîneke zirxî û kepçeyeke zirxî hat xistin.

Roja 14'ê Gulanê li taxa Alîka derb li kepçeyekê hat xistin. Heman rojê saet di navbear 12:00-13:00 de kepçeyek hat rûxandin. Her wiha derb li maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder hat xistin. Hema rojê saet di 16:00 de kepçeyek hat rûxandin û derb li kepçeyeke din hat xistin.

14'ê Gulanê saet di navbera 03:00-04:00 de teqîneke dijwar pêk hat. Ev teqîn ji ber bombeya qazanê ya dijmin pêk hatiye. Li ser van qazanan werîsên ji pola hatin dîtin û ev yek nîşan dide ku ev qazan ya bi paraşûtê ya jî bi tiştekî din avêtine taxê. Ji bilî van bombeyên qazanan, li hemberî taxan çekên kîmyewî jî tên bikaranîn.

Roja 15'ê Gulanê li taxa Alîka, saet di 11:00 de panzerek ji aliyê yekîneyên me ve hat rûxandin. Li vê derê bi zelalî hat tespîtkirin ku 3 polîsên tîmên taybet hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne. Di sibeha heman rojê de 2 çeteyên din hatin kuştin. Çete û maşînên zirxî yên hewl dan bikevin nava taxê, bûn hedefa YPS û YPS Jinê. Li vê derê derb li 2 kepçeyan hat xistin û ajokarê kepçeyekê hat kuştin. Heman rojê, kepçeyeke din a xwest bikeve nava taxê, bû hedefa yekîneyên me yên YPS/YPS Jinê, di encamê de ajokarê kepçeyê neçar ma kepçeyê biterikîne û bireve. Ev kepçe bi din kontrola yekîneyên me de ye.

Heman rojê saet di 11:0 de li hemberî çeteyên xwestin bi peyatî bikevin nava taxê, endamên me yên YPS Jinê çalakiyek pêk anîn û di encamê de 2 çete hatin kuştin, balafireke kefşê ya dorne hat xistin. Ev balafira keşfê ya hat xistin di bin kontrola yekîneyên me de ye. Heman rojê kepçeyeke dixwest xaniyan xera bike, bû hedef û derb lê hat xistin. Ajokarê maşîneke zirxî ya bi tîba Kobra jî bi derbên yekîneyên me birîndar bû. Dema ambûlanseke zirxî hat cihê bûyerê bû hedefa yekîneyên me. Ambûlansê ji neçarî xwe vekişandiye. Li cihê bûyerê derb li maşîneke din a zirxî hat xistin û ji herêmê hat qewirandin.

Roja 15'ê Gulanê saet di 10:00 de li aliyê Weysîka, li hemberî çeteyên Qesrê yên li malekê bi cih bûn, yekîneyên me çalakî pêk anîn û 2 çeteyên qesrê hatin kuştin. Li aliyê Weysîka kepçeyek li ser rêya kordonê hedef hat girtin û ajokarê wê birîndar bû. Danê êvarê saet di navbera 5-6'an de li hemberî çeteyên xwestin ji aliyê Weysîka bikevin nava taxê, yekîneyên me bi bombeyên destan û çekên ferdî bersiv dan. Li vê derê kuştî birîndarên çeteyan çê bûn, lê agahiyên berfireh wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Nasnameya endameke me ya YPS Jin a roja 4'ê Gulanê ji aliyê Weysîka şehîd ket bi vî rengî ye:

Binevş Gabar / Fîlîz Yargiz / Zubeyde - Îsmaîl / Ji Nisêbînê / Di 4'ê Gulanê de li Nisêbînê şehîd ket.

Encama şerê li Şirnexê;

Roja 14'ê Gulanê li hemberî komeke ji 10 endamên JOH'ê ya li maleke li taxa Bahçelîevlerê bi cih bû, çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama teqandina xanî de çeteyên qetlîamker di binê xirbeyê xanî de man.

Roja 15'ê Gulanê, li taxa Bahçelîevlerê li hemberî endamên JOH'ê yên li mizgeftekê bi cih bûbûn bi roketan çalakî hat lidarxistin û di encamê de 2 endamên JOH'ê hatin kuştin. Di sibeha heman rojê de li aliyê emniyeta berê, kepçeyek xwest bikeve nava taxê bû hedefa roketan û çekên ferdî yên yekîneyên me yên YPS Jinê û derb li vê kepçeyê hat xistin. Dema vê kepçeyê xwe vedikişand, çalakiyeke sabotajê li hemberî wê hat kirin û kepçe îmha bû. Di hundirê vê kepçeya îmha bûyî de 2 tîmên taybet mirin. Maşîneke zirxî ya bi tîpa kobra bi hawaran wan ve hat û ev maşîn jî bû hedefa çekên ferdî û roketan. Vê maşînê jî derb xwar. Çeteyên xwestin cenazeyan û maşîna derb lê hat xistin rakin, bûn hedef û li vir jî herî kêm 2 tîmên taybet hatin kuştin. Vî şerî heta danê êvarê dewam kiriye. Kepçe û cenaze hînê li herêma di bin kontrola yekîneyên me de ne.

Rojên 14-15'ê Gulanê, di encama derbên yekîneyên me de 3 tîmên taybet hatin kuştin. Piştî vî şerê çeteyan bi çekên giran gule li taxan reşandin."

(kom/zt)