Ji Platforama Jinên Êlihê kermêsa piştevaniyê
16:52
JINHA
ÊLIH - Ji aliyê Plaforma Jinên Êlihê ve ji bo bajarê Cizîr, Sur, Nisêbîn, Silopî û Geverê ku rastî êrîşên dewletê hatin kermesa piştevaniyê hat vekirin.
Ji bo bajarên Cizîr, Sur, Silopî, Nisêbîn û Gever ku rastî êrîşên hêzên dewletê hatin kampan ya piştevaniyê berdewam dike. Li Êlihê ji bo piştevaniya bajarê ku bi destê dewletê hatin xira kirin Egitim - Sen, SES, Meclîsa Jinên Şaredariyê, Tumbel- Sen, Petro- Iş, Genel- Iş gelek sazî, hevgirtinên jinan, Platforma Jinên Êlihê kermesa ku du roj berdewam bike vekirin. Kermes li ber Sinemaya Yilmaz Guney bi panqarta 'Em bi ked û nanê xwe li gel Cizîrê ne, Bila hemu gelê Êlihê piştevanî bide' hat deleqandin. Di vekiran kermesê de Hevseroka DISK Genel - IŞ Narin Erol diyar kir ku çawa gel piştevanî da Rojava divê îro ew rihê piştevaniyê carek din bê xwiya kirin.
Narin bilêv kir ku divê gelê Êlihê di nava tevgera piştevaniyê debin û wiha berdewam kir, "Dem dema piştevaniyê ye. Em ji gelê xwe bawerin dê bi hev re piştgirî bidin. Dem dema destdayîna heve. Em li benda piştgiriya gelê Êlihê ne, di serî de jî em li benda piştgiriya jinan in."
Kermesa ku berhemê deste jinan, xwarin, vexwarin û cil rastî eleqeyek mezin hat.
(dt/zt)