Hîna rewşa Remziye Bor girane

16:57

JINHA

WAN - Hîna rewşa Remziye Bor a li Wanê rastî êrîşa polîsên tîmên taybet hat û bi giranî birîndar bû giran e.

Hîna Remziye Bor a li taxa Xaçortê ya Wanê di êrîşa çekdarî ya tîmên taybet de bi giranî birîndar bû giran e. Remziye ya 27 roj berê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêma Wanê hêj li hember talûkeya jiyanê li ber xwe dide. Bijîşkan agahî da malbatê û anîn ziman ku ji ber enfeksiyonê rewşa wê hêj giran e. Remziye ji ber rewşa krîtik di nefes dayînê de zahmetiyê dijî.

(zt)