PDK’ê meşa Sêmalkayê asteng kirin
17:33
JINHA
DIHOK - Ji bo protestokirina Hevpeymana Sykes-Pîcotê, KNK û nûnerên partiyên siyasî hewl dan bimeşin Deriyê Sînor ê Sêmalka, lê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê hatin astengkirin. Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç destnîşan kir ku tevî vê hewldana PDK’ê ya yekîtiya neteweyî asteng dike jî wê têkoşîna xwe bidomînin.
Nûnerên Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) û partiyên siyasî, bi rasthatina 100. Salvegera hevpeymana Sykes-Pîcotê xwestin li ser sînorê ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji hev vediqetîne çalakiyek protestoyî li dar bixin. Vê çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalka wê bihata lidarxistin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin. Nûnerên KNK’ê û partiyên siyasî û her wiha kedkarên çapemeniyê li ser rêya Derbînê ya mabeyna Dihok û Deriyê Sînor ê Sêmalka de hatin sekinandin. Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç têkîldarê mijarê axivî, bal kişand ku PDK’e bi vê astengiyê ve polîtîkayên mêtingeran pêk tîne. Nîlufer diyar kir ku girtina Deriyê Sêmalka, ne biryara hikûmeta Başûr e, îro jî bi awayekî zelal hatiye dîtin, biryara PDK’ê ye, got kesên di hikûmetê de cih digirin jî îro di nav vê daxuyaniya çapemeniyê de cihê xwe digirin.
‘Îro dîsa hat dîtin ku bi biryara PDK'ê hatiye girtin'
Nîlufer ev nirxandin kirin: “Deriyê Sêmalka, Deriyê ku Rojava û Başûrê Kurdistanê bi hev ve girê dide. Dema em ji bo vê daxuyaniyê ketin rê, ji Tevgera Goran, YNK’ê, Yekgirtû, Tevgera Azadî, Hizbî Zehmetkêşan, Partiya Ayînde, REPAK’ê û ji gelek rêxistinên civaka sivîl nûner jî amade bûn. Lê, PDK’ê çûyina me asteng kir û bi vê careke din nîşan da ku ev ne biryara hikûmetê ye, biryara PDK’ê bi xwe ye. Îro dema em hatin vir, me sê nuqteyên nû yên asayîşê dîtin. Ev ji bo me danîbûn. Tevahî ji hêzên taybet, polîsan pêk hatibûn. Giştî jî di pozîsyona êrîşê de bûn. Lê, ji em neyên van provakasyonan, em bi baldariyek gelekî mezin tevgeriyan. Ji ber ku armanca kombûyina me peyamek ji bo raya giştî ya cîhanê bû. Me yê daxwaz bikira ku êdî hêzên navneteweyî li hember îradeya azad a gelê me rêzdar bibe. Dîsa me yê bixwesta ku ev sînorê sûnî yên Kurdistanê parçe dikin bên rakirin. Lê, nehiştin em biçin derî.”
‘Têkoşîna me ya yekîtiya neteweyî wê bidome'
Nîlufer, destnîşan kir ku tevî astengiyan jî wê ji bo rakirina sînoran û yekîtiya neteweyî têkoşîna xwe bidomînin. Nîlufer, bi bîr xist ku îro her wiha salvegera Qetlîama Hewlêrê ye ku peşmergeyên PDK’ê 63 gerîlayên birîndar û nexweş qetil kiribûn, wiha axivî: “Îro her wiha, em li hember feraseta Birakujiyê jî li vir bûn. Ji milekî me yê Sykes-Pîcot şermezar bikira, ji milê din jî me yê ji bo dest ji van polîtîkayên ku xizmetê ji yekîtiya neteweyî re nake, li aliyê polîtîkayên mêtingeran disekinin berdin, me yê bang li aliyên Kurd bikirana. Me çalakî ji bo vê amade kir. Nehiştin em biçin derî, lê me dîsa jî peyama xwe gîhand gelê xwe û wê têkoşîna me bidome.”
(rc)