Hemleya 'Têkoşîna me ji bo mafê me berdewam e' hate dest pê kirin
18:03
JINHA
QAMIŞLO - Hemleya 'Têkoşîna me ji bo mafê me berdewam e' ji hêla Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê îro bi civînekê hate dest pê kirin.
Li navenda Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê bi civînekê ku tevahiya sazî û rêxistinên jinan jî beşdarî bûn, hemleya 'Têkoşîna me ji bo mafê me berdewam e' hate ragihandin. Di civînê de rêveberên Kongra Star, Weqfa Jina Azad, Mekteba Jinên Ereb, Yekîtiya Jinên Sûriyan û Rêxistina Sara amade bûn. Di serî de belgeya 'Rêgezên Siyasî û Zagonên giştî yên xweser bi jinê' ji hêla Desteya Jinê ve hate xwendin. Dokumana mijara gotinê di 22'ê Cotmeha sala 2014'an wek zagonên jinê ji hêla meclîsa Zagonsaz ve hatibû pêşxistin. Desteya Jinê jî bi hevbeşiya rêxistinên jinan, li ser bingeha sererastkirin û danasîna zagonên jinê hemleyek da dest pê kirin. Di civînê de 30 bendên di dokumanê de bi tevahî hatin xwendin û li ser yek bi yekê bendan nîqaş hate kirin.
Civîn ji hêla Seroka Desteya Jinê Emîne Omer ve hat rêve birin. Emîne Omer serweriya zihniyeta zilam di civaka Rojhilata Navîn de şîrov kir û wiha got, "Ji bo misoger kirina mafê jinan pêwîst e ku dozên wan bi taybet ên zewaca bi darê zorê û pir-zewacî werin çareserkirin." Emîne her wiha da zanîn ku di hemleyê de dê derbarê zirarên fîzîkî û derûnî yên zewaca di temenê biçûk de semîner bê dayîn.
Di nîqaşên civînê de herî bêtir jî benda qedexebûna pir-zewacî û benda qedexebûna zewaca di temenê piçûk de hate bidest girtin. Wek sererastkirin jî hate gotin ku di benda 'zewaca di temenê piçûk qedexe ye' de ger îhlal bibe, di derbarê kesên ku tewan kiriye, ne tenê bav, herwiha hevjîn jî pêvajoya hûquqî were destpêkirin. Ji bo benda din a pir-zewacî jî ne tenê hevjîn, herwiha jina ku serhewî zewicîye jî dê were darizandin û hukûmê girtîgehê bigire.
Bi giştî di civînê de nûnerên sazî û rêxistinên jinan sererastkirina zagona jinê pejirandin û dane diyar kirin ku divê ev bend yek bi yek bi gel were vegotin. Di vê çarçoveyê de Desteya Jinê bi hemleya bi navê 'Têkoşîna me ji bo mafê me berdewam e' dê li tevahiya gund, komîn û taxên Kantonê bi civînên ji gel re, zagonên jinê bide nasîn.
Di encama nîqaşên di civînê de biryar hat dayîn ku hemle di 20`ê gulanê de li gundên Tirbespiyê û Çilaxa destpê bike, paşê di roja 21`an de jî xebat li gundên Girkê Legê dewam bikin. Her wiha wê li herêmên din jî bi heman awayî civîn pêk werin.
(ja/lç/rc)