'Êrîş bêtehemûlî li beramberî vîna gel e'
09:09
Şînda Ebdulah / JINHA
DIRBÊSIYÊ - Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer bûyera teqîna li Qamişlo wek bêtehemuliya li beramberî vîna gel pênase kir û da zanîn ku divê gel li beramberî her cure êrîşan xwe û sîstema xwe biparêze.
Roja Şemiyê li çerxereya Osman Sebrî ya girêdayî Taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo, erebeyek bombebarkirî teqiya, di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî bi giranî birîndar bû. Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê Edalet Omer ev êrîş nirxand û diyar kir ku piştî îlankirina biryara sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê, êrîşên wiha zêde bûne û got ev bêtehemuliya li beramberî vîna gel nîşan dide.
Edalet Omer di serî de destnîşan kir ku pêvajoyek hesas li holê heye û wiha pêde çû, "Li herêmê şereke giran dewam dike. Li Rojava û Bakûrê Sûriyê me biryara sîstema Federal Demokratîk a Rojava-Bakûrê Sûriyê wergirt. Ev biryar encama vîna gel e."
'Sîstema netew-dewlet ji hêla gel ve hate redkirin'
Edalet bilêv kir ku êrîş li hember gelê Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyên dawî de zêde bûne û wiha pêde çû, "Hêzên desthilatdar û çeteyên bi wan ve girêdayî fêr bûne ku gel serî li beramberî wan bitewîne. Lê belê gelê me li Rojava û Bakûrê Sûriyê biryar wergirt ku bi sîstema federal xwe birêxistin bike. Pir eşkere hate diyar kirin ku sîstema netew-dewlet êdî ji hêla gel ve hatiye redkirin. Li beramberê vê biryarê êrîşên hovane pêk tên. Bûyera teqîna li Qamişlo jî beşek ji van êrîşan e. Bi rêbazên herî hovane û paşverû êrîş dikin û dixwazin wiha di nav gel de alozî ava bikin."
'Gel xwe û sîstema xwe diparêze'
Edalet wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi van êrîşan dixwazin gel çavtirsî bikin. Ji hêlekê ve teqînan dikin, wek din li Nisêbînê jî topbaraneke giran heye ku carna gelê me li Qamişlo jî dibe hedefa êrîşên rejîma Tirkiyê. Bi eşkere tê dîtin ku wiha dixwazin vîna gel bişkênin. Lê belê em ê li dijî her awayê êrîşan ji bo jiyaneke azad û wekhev têkoşîna xwe bilind bikin. Divê gelê me bi her awayî, li her bajar û cihê ku lê dijî, şiyar tevbigere û destûr nede ku planên êrîşkaran pêk bên. Xwe û sîstema xwe biparêzin."
(en/rc)