Hilewşandin li Kurdistanê bûye parçeyek ji şer, li Tirkiyê jî bûye sermaye

09:09

Duygu Erol/JINHA

ENQERE - Sûrên Amedê ya ku 9 hezar sal paşeroja wê heye û Keleha Enqereyê ya tê gotin Beriya Zayînê ji sedsala 2’emîn maye, ji aliyê dewletê ve bi hinceta veguhestina bajarvaniyê, tê hilweşandin û wêrankirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve qedexeya derketina kolanê ya hatiye îlankirin ev 5 mehin berdewam dikin. Dewletê di bin navê qedexeya derketina derve de cihê dîrokî yên 5 hezar salî yên li taxa Sûrê, xaniyên dîrokî di bin navê ‘vegurîna bajarvaniyê de’ bi avahiyên aydê TOKÎ’yê wê bixemiline. Dewlet li Kurdistanê bi projeyê ‘bişewitine, hilweşine, bicih bibe’ herêmê cemawerî dike û li bajarên Tirk jî ji sermayedaran cih vedike. Bi hinceta Vehuherina bajarvaniyê warê dîrokê tên hilweşandin û TOKÎ tên çêkirin.

Dewleta ku tehemula wê li ti cihên xweşik û dîrokî tine, li her derê serî li hilweşandinê ide û daxwaza gelan ya ji bo talankirina qadên jiyanê wiha ye: “Em naxwazin ji malên xwe, kolan û taxên xwe derkevin.”
Jin û zarokên li Sûrê dijîn jiyan kirin ku ew naxwazin ji qada jiyana xwe derkevin û jinên li dora keleha Enqereyê jî dimînin diyar kirin ku ev 50 li vê taxê dijîn û gotin ew naxwazin ji taxa xwe derkevin.

Li Kurdistanê Sûr, li Tirkiyeyê Enqere Kaleîçî

Li aliyekî plana cemawerîkirina Sûrê tê meşandin û li aliyê din jî derdora Keleha Enqereyê ji hilweşandinê re vebû. Kelehê ji Romayan re, Bîzansî, Selçûqî, Osmaniyan malovanî kiriye û xwedî paşerojeke xwe digihîne salên beriya zayînê. Sûrên Amedê jî bi vî aliyê xwe dişime Keleha Enqereyê. Her du cihên dîrokî ku bi kolan û xaniyên xwe dişibin hev, îro jî heman qederê parve dikin.

Wê zarok li kolanan nelîzin

Bi tinekirina warê dîrokî re gelê li dora Sûr û Kelehê dijîn, mafên wan tên binpêkirin. Gelê li kolanên Sûrê û Kaleîçî diyar kirin ku ew ji tax, kolan û mala xwe dernakevin. Şêniyên taxê yê herêma Hidirlitepe-Atifbey-îsmetpaşa ya Enqereyê ji roja ku proje hatiye aşkerakirin şûnde têdikoşin. Piranî malbatên di alî aborî de rewşa wan ne başe, dijîn. Zarokên taxê naxwazin taxa wan bê hilweşandin. Yasemîna 10 salî got: “Em naxwazin vir hilweşe. Ev der gelek xweşikin.”

Ligel avahiyan, bîranîn jî tên hilweşandin

Heta niha li Didirlitepe hezar û 275 şevneşîn hatin hilweşandin. Piraniya malên hatin xerakirin, erseyên wan wek otopark tên bikaranîn û piraniya wan jî bûne wek sergo. Hatîce Ozkan ya 50 salin li taxê dijî got: “Em naxwazin ji malên xwe derkevin. Em kesên xiznain. Cihekî me yê din tine. Zarokatî, ciwantiya me li vir derbas bû. Ligel avahiya bîranînên me jî tine dikin.”

(hu)