'Emê vegerin Gevera xwe ji nû ve avabikin'
09:11
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Jinên Geverê yên di dema qedexeya derketina kolanan û êrîşan de ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatîn derxistin û koçî Colemêrgê bûyîn gotin: "Bi tang û topên xwe avahiyên me dişewitinin û xira dikin. Em êdî dixwazin biçin Geverê ser axa xwe bila dewlet tang û topên xwe ser axa me bikêşe. Emê vegerin Gevera xwe ji nû ve avabikin."
Li Geverê ev 63 rojin qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Her çiqas ji aliyê Hikumetê ve daxuyaniyên operasyonên Geverê bi dawi bûne hatibin dayîn jî, lê hîna hêzên dewletê avahiyan dihilweşine û hîna desturê nade welatiyên Geverê têkevin nava taxan. Jinên Geverê ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatin derxistin û koçî Colemêrgê kirine diyar kirin ku ew ê vegerin ser axa xwe û tu car axa xwe terik nakin.
Fatma Akdogan da zanîn ku ew ê cardin biçin Gevera xwe avabikin û wiha domand: "Li Geverê dewletê bi tang û topan êrîşî me kir malên me şewitandin û zarokên me qetil kirin. Gelek malbatên li berxwe didan ji aliyên hikumetê ve bi zorî hatin koçber kirin. Em jî ji malên me derxistin, em gelek xemgin bûn dema ji mala xwe derketin. Dibêjin ku operasyonên Geverê dawî bûn, lê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Bi tang û topên xwe avahiyên me dişewitinin û xira dikin."
'Em tu car li hemberî bêmafiyê serê xwe natewin in'
Fatma got ku Em doza nasnameya xwe dikin çavê wan li ti tiştên dewletê nîne û wiha pê de çû; "Hikumet çima me qetil dike. Em tu car li hemberî bêmafiyê serê xwe na tawînîn. Bila ev baş bê zanîn em tiştek zêde naxwazin, bila ew jî li gorî daxwazên me ser mede bên. Bes êdî me bikujin. Heta êdî tehemûli cenazeyên me ji nakin, cenazeyên me teşhir dikin. Hikumet hatiye wê astê ku ji miriyên me jî ditirsin. Gelê me yê Geverê hemû koçber kir. Herkes çûye cihekê, ev heqî xwedaye di her malekê de 5 malbat dijin. Em baş dizanin ku her tim yên mafdar qezenc dikin û serdikevin. Em êdî dixwazin biçin Geverê ser axa xwe bila dewlet tang û topên xwe ser axa me bikêşe. Emê vegerin ser axa xwe."
'Dewletê bi tang û topan êrîşî ser avahiyên me kir'
Heybet Ertan jî bilêv kir ku ew ticarî dest ji axa xwe bernadin û wiha axivi; "Ew tiştên li ti deverên cîhanê ne qewimîne niha li Tirkiyê diqewimin, hikumeta tirk em ser axa me koçber kirin. Zarokên me qetil kirin, malên me hilweşandin. Ma qey ev heqî xwedeye ku me qetil dike dê çi bigihije destê dewletê. Em ji misilmanin zilma ku sere me dike tu kes serê kesî na aniye. We li ku derê dîtiye zarokên 7 salî qetil kirine, tiştek ji bo me nehêla me rihê bi zor xwe rizgar kir. Dewletê bi tang û topên xwe êrîşî ser malên me kir. Emê dîsan vegerin Geverê. Em tu car axa xwe bernadin, em ser axa xwe hatine ser rûyê cîhanê emê ser axa xwe bimirin jî."
Heybet aşkere kir ku dewlet wan qetildike û wiha berdewam kir; "Dewlet me kurdan qetil dike, hêza wan têrê nake ku me kurdan hemûyan biqedîne. Em ê her tim li hember vê yekê mafê xwe bixwazin. Em ji ber ziman û nasnameya xwe tên kuştin em vê qebûl nakin."
(zt)