Kesên LGBTÎ li dijî cînayetên nefretê dibêjin ‘parastina cewherî’
09:13
JINHA
STENBOL- Ji ber sedema zîhniyeta serdest ya mêr mafê jiyanê yên kesên LGBTÎ tine tê hesibandin. Aktîvîsta LGBTÎ ya Hêvî Avdil Kaya diyar kir ku taransfobî û homofobî bi nîjadperestiyê re hemane û got: “Ji bo jin û LGBTÎ’yan parastina cewherî girînge. Niha li Kurdistanê li dijî zîhniyeta serdest ya mêr parastineke cewherî ya tê dayîn heye.”
Li dijî zîhniyeta serdest ya mêr ku mafên jinan û kesên LGBTÎ jê digire,bi awayên cuda têkoşîn tên dayîn. 17’ê Gulanê roja li Homofobî û Transfobiyê ya Cîhanê jî yek ji cureyên têkoşîna li dijî vê tê qebûlkirin. Aktîvîstê LGBTÎ ya Hêvî, Avdil Kaya diyar kir kul i dijî vê zîhniyetê divê rêxistibûnê bê xurtkirin.
‘Li dijî zîhniyeta mêr divê têkoşîn bê dayîn’
Avdil diyar kir ku homofobî û transfobiya civakê ji nîjadperestiyê cuda nake û got: “Ez vê ji faşîstiyê cuda nabînim. Ji bilî xwe ti tiştekî rast nabînin. Yên ku nekarin ji nava civakê derxînin qetil dikin. Mêrekî ku xwe wek jinê hîs dike, qebûl nakin. Yên cînayetên nefretê didarizînin jî xwedî heman zîhniyetê ne. Yên qetil jî dikin û yên didarizînin jî hemanin. Newekheviya li dijî LGBTÎ’yan ji ber zîhniyeta serdest ya mêr ava bûye.” Avdil balkişand ser komkujiya ku dewlet li Kurdistanê dike û got: “Şer ne şerê me ye. Li wir şerê serdest yê mêr heye. Divê em li dijî zîhniyeta serdest a mêr têbikoşin.”
‘Li Kurdistanê li dijî zîhniyeta serdest parastina cewherî heye’
Avdil bi lêv kir ku ji bo hilweşandina Transfobî û homofobiyê rêxistinbûn girînge û wiha pê de çû: “Divê dersên parastina cewherî bên girtin. Rojekê ez rastî êrîşê hatim. Min êrîş bi parastina cewherî asteng kir. Jin û LGBTÎ ji bo jiyana xwe parastina cewherî pêk tînin. Niha li Kurdistanê jî li dijî zîhniyeta serdest ya mêr parastina cewherî tê dayîn.”
‘Têkoşîna min ji malbatê dest pê kir’
Avdil diyar kir ku têkoşîna wî ya li dijî zîhniyeta serdest ya mêr destpêkê ji malbatê destpê kiriye û got: “Dema min nû ji malbatê re rewşa xwe vegot, dayika min digot mêrbûn li wire lê ti jinbûnê tercîh dikî. Lê ev li wan hatibû ferzkirin. Min jî têkoşîna xwe di malbatê de da destpêkirin. Herî dawî min qezenc kir.” Avdil got dema di lîseya Îmam Hatîbê de xwendiye jî bi gotinên nefretê re têkoşiyaye.
(hu)