'Li şona ku bi hevalê xwe re bilîze Roniyê biçûk di girtîgehê de ye'
10:25
Beritan Canozer / JINHA
MÛŞ - Roni (5) li gel dayika xwe Pakizer Karadeniz li Girtîgiha Mûşê Tîpa E dimîne. Pakizer diyar kir ku çiqas diçe şert û mercên girtîgihê giran dibin got: "Tenduristiya zaroka min dibin van şert û mercên giran nebaş dibe. Zarokên di temenê Roniyê min ji derve dilîzin, lê Roniyê min di girtîgehê dene."
Bi êrîşên qirkirina nijadî û siyasiyên li Kurdistanê berdewamdike li girtîgihan jî êrîş, îşkence û binpêkirina mafan di asta jor de berdewam dikin. Şert û mercên girtîgihê yên giran ji bo girtiyên nexweş û nexweşên temenê wan mezin zehmetir dibe. Roniyê 5 salî neçar maye di girtîgehê de mezin dibe. Xebatkara Şaredariya Agiriyê Pakizer ev nêzî 3'ê mihe bi hînceta ku 'endema rexistine yê' di girtîgihede ne. Pakizer Karadeniz tevî zaroka xwe ya 5 salî li Girtîgiha Tîpa E ya Mûşê dimîn e. Ji ber kes nîne ji derve li Roni binêre Pakizer li gel xwe di şertên giran mezin dike.
'Divê Roni ji dervê lîstik bilîze'
Pakizer diyar kir ku şert û mercên girtîgihê girantir dibin û wiha berdewam kir: "Ez û zaroka xwe li girtîgihê de dibin şertên giran de jiyan dikin. Ji bo Roni şertên girtîgihê zehmete." Pakizer bilêv kir ku 6 sal û 3'ê mihên girtîgihê lê hatiyê birîn û ew difikire dê çawa Roni li girtîgihê mezin bike. Pakizer got, "Tu delil tune bûn jî bi hînceta 'endama rexitinê ye' 6 sal û 3 meh ceza li min birîn. Ji bo ku tukes li derve nîne li Roni binêre ez neçar mam li cem xwe bihêlim. Nizanim Roni di nava van şert û mercên giran ku ez zehmetiyê dikşînim de wê çawa mezin bibe. Ev tenê tenduristiya Roni û deruniya wî difikirim. Zarokek di temenê Roni de divê li derve bilîze, lê Roni di girtîgehê de jiyan dike."
'Êrîş zêdedibin û surgun çêdibin'
Pakizer destnîşan kir ku êrîş û surgun zêde dibin û hertim revêbirên girtîgihê ceza li girtiyan dibirin û wiha dom kir: "Girtî tên darp kirin û surgun zêdetir dibin. Dê çawa bi vî şewayî berdewam bike ez nizan im."
'Roni hîn pir piçûke'
Dayika Pakizer Naciye Karadeniz jî diyar kir ku ji bo gilî di derbarê keça wê de çêbûye hatiyê girtin û wiha axivî: "Ji sala 2006'an heya niha keça min hertim tê girtin û berdan. Herî dawî ceza li keça min birîn. Demek kin min li neviyê xwe Roni mêze kir, lê ji ber êdî pîrbûme nikarim lêmêze kim. Keça min dît ku ez zehmetiyê dikşînim, ji bo ez aciz nebim zaroka xwe bir girtîgihê. Lê keça min û Roni pir zehmetiyê dikşîn in. Mezin nikarin di girtîgihê de bimînin, Roni pir piçûke dê çawa di girtîgihê de bimîn e. Naciye pirsa ka Roni çawa li girtîgihê bimîne? kir."
'Bila rayedar tiştên di keve ser milê wan bikin'
Naciye bertek nîşanî tiştên ku hatin jiyan kirin da û got ku ew naxwaze neviyê wê li girtîgihê mezin bibe. Naciye got ku we ji bo keça wê ji girtîgihê derkeve serî li IHD'ê daye û wiha domand: "Heya nefesa min heye, ezê hewl bidim ku keça xwe û neviyê xwe ji girtîgihê derxim. Ez ne dilşadim neviyê min li girtîgihê de mezin bibe. Çi karê zarokek piçûk li girtîgihê hey ê heye. Berpirs tişta dikeve sermilê wan divê bînin cîh, di heman demê de jî bo girtiyên din jî heman tişt derbasdare.
(dt/zt)