Parêzerên Pinarê: Rapora otopsiya pêş nedan, dibe ku delîl ji holê bên rakirin!
11:08
JINHA
STENBOL- Parêzerên Pinar Gedîz ya ku li taxa Gazî rudinişt û bi guleya polîsan ya ku ket salona wê û pê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku destur nedane ku bikevin otopsiyê û got delîl hatine windakirin.
Pinar Gedîz ya 33 salî ku dayika 3 zarokan e bi guleya polîsan hat qetilkirin û malbat û parêzerên wê nekirin otopsiya wê. Cenazeyê Pinarê nîvro saet di 12’an de ji bo otopsiyê anîn Saziya Tipa Edlî (ATK) û bi hinceta ku wekaleta parêzeran tine û ji ber parêzera ji bo malbatê daxwazname nexwestiye, negirtin otopsiyê. Li aliyê din jî beriya cenazeyê parêzer Ferhat Bogatekîn yê yat ATK’ê diyar kir ku di dema ku otopsî dihat kirin de polîsên li Saziya Tipa Edlî peywirdar bûne gotinehîna cenaze nehatiye û got ew li ber derî sekiniye. Parêzer Fîkrî Tong jî anî ziman ku polîsan wekalet hincet nîşan dane û nehiştine ew bikevin otopsiyê. Fîkrî got li gorî kanûnan ji bo otopsiya pêş îbareyeke ku ji bo wekalet girtinê tine û got ev yek ji bo ku wan nekin otopsiyê wek hincet nîşan dane.
‘Otopsiya pêş piştî muayeneyê tê dayîn’
Fîkrî bi lêv kir ku piştî hevdîtina bi dozger e, ew xistine otopsiyê û got: “Dema em ketin hundir otopsî qedyabû. Gule nîşanê me dan. Me rapor jê xwestin lê rapor red kirin. Em bêyî hiqûqî negirtin hundir. Lê bi vê jî sînor neman, me rapora otopsiya pêş jî negirt. Rapora otopsiya pêş piştî muayeneyê tê dayîn. Ev jî tê wateya hemû delîl hatine girtin û cenaze dikare bê definkirinê ye. Ev rapor piştî muayeneyê tê dayîn. Lê nedan. Armanca wan jî eve ku delîlan reş bikin, ji holê rabikin.”
(hu)