Mamosteyê ku îstîsmarê zayendî pêk aniye ser erkê xwe ye!

11:56

JINHA

AMED - Li Lîseyek Amedê xwendekar rastî îstîsmara mamoste Zubeyir O. hat. Zubeyir O. Piştî îfade da serbest hat berdan. Mamosteyê ku îstîsmar pêk aniye serbest hat berdan û li dibistanê dîsa dest bi mamostetiyê kir. Ji ber mamoste Zubeyir O. dîsa li peyvirê vegeriya xwendekara mexdûr her roj neçar dimîne ku dîsa ruyê wî bibîne. Bavê xwendekara mexdûr anî ziman ku piştî wan li mamoste Zubeyir O. gilî kir, gef li malbatê xwarine û xwestine ku giliyên xwe paşve bikişîne.

Mamosteyê Lîseya Anadolu ya Pîşe û Teknîkê ya Yenişehira Amedê Zubeyir O. bi sedema li dijî xwendekaran îstismar pêk anîye der barê wî de lêpirsîn hat vekirin û çû îfade da. Zubeyir O. piştî îfade da serbest hat berdan. Wekî ku tiştek nebûbe dîsa li dibistana xwe dest bi mamostetiyê kir. Ji ber îstîsmarê xwendekara lîseyê ya 17 salî bi mehan e di nava derûniyek xerab de dijî.

'Hevalên min jî bû şahidê îstismarê'

Xwendekara rastî îstîsmarê hat, diyar kir ku li jêrzemînê mamosteyê matematîkê Zubeyir O hat cem wan û wiha got: "Mamoste bi milê min girt û ez birim cihekî ronî. Got 'Tu li vir çi dike? Min got ez hatime bêr û geziyê. Lê pişti xweliya çigarê dît got 'Te li vir çigare kişand? Pişti min ev yek qebûl nekir îstîsmar kir. Hevalên min jî bûn şahidê vê yekê. Hevalên min şahidê min in. Piştî bûyerê ez bi girî çûm polê. Bûyer di 23'ê Sibatê de pêk hat. Piştî me her tişt ji mamosteyê şêwirmendiyê re vegot û mamosteyê şewirmendiyê hêz da me. Mamosteyê şêwirmendiyê her tişt not girt û girtek amade kir û şand ji mufetîş re. Li ser vê yekê ez şandim şaxa zarokan. Piştre ez şandim Navenda Şopandina Zarokan (ÇİM) min li wir her tişt ji dozger re got.


Xwendekara mexdûr anî ziman ku Zubeyir .O ew wekî kesên bê dîsîplîn, kesên bi wan baweri nayê, pênase kirine. Xwendekar, da zanîn ku Zubeyir O. berê jî li Lîseya Teknîka Pîşeyî ya Jinan a Muazzez Sumerê îstîsmarkarî kiriye û xwendekara rastî îstîsmarê hatiye piştî gefan îfadeya xwe paşve kişandiye. Xwendekar, anî ziman ku piştî bûyerê derûniya wê xera bûye û êdî bi şevê nikare rehet razê. Xwendekar, da zanîn ku dema bi tenê dimîne digirî û kabûsan dibîne û wiha got: "Ez berê mirovek pir bi coş bûm, lê piştî bûyrê ez bûm wekî miriyan. Min her roj mamoste li dibistanê didît. Piştî min ew didît bin berê xwe diguhert. Her ku min ew didît serpêhatiya min dihat bîra min. Bi taybetî di rojên dawî de li dibistanan îstîsmar zêde bûye. Ser tacîz û tecawizê digirin. Her kes li xwe difikire. Ez dixwazim her kes bi ser vê mijarê de here û ser wê bincil nekin."

'Wisa biçe kes zarokên xwe naşîne dibistanê'

Bavê xwendekar jî anî ziman ku ger hîndekarek jî wisa tev bigere halê civakê ne tu hal e û got, piştî bûyera tacîzê êdî ew keça xwe ji dibistanê qetand. Bav da zanîn ku mamoste hêj li ser peyvirê ye û divê kesên wisa ji peyvirê bên dûrxistin. Bav, da zanîn ku ger wisa bidome kes zarokên xwe naşîne dibistanê û heta niha gelek caran bûne şahidên van bûyeran.

Bav, da zanîn ku piştî wan doz li mamoste Zubeyir .O vekir, mamoste gef li wan xwarine û xwestine doza xwe paşve bikişînin. Bav da zanîn ku piştî bûyerê derûniya keça wî xera bûye û carekê hewl da ku întîhar bike.

(rc)