Jinên Gaziyê: Hîna ku taxa Gaziyê veneguheriye Sûrê deng bidin!
12:01
JINHA
STENBOL- Piştî qetilkirina jina bi navê Pinar Gedîz ya li taxa Gaziyê bi guleya polîsan ya li hundirê mala wê hat qetilkirin şûnde jinên li taxê dijîn gotin: “Ger ji bûyerên li vir tên jiyîn re deng neyê kirin wê Gazî bibe wek Sûrê. Beyî ku Gazî vegere Sûrê deng bidin.”
Jinên li taxa Gazî dijîn, bertekên tûnd nîşanê polîsên ku heta derengiya şevê li taxê bi wesayîtên zirxî digerin û sirûda mehterê dixwînin û herwiha bûn sedema mirina Pinarê, dan. Jinan da zanîn ku li taxê pêkanînên rêveberiyateng heye û got ji ber pêkanînên keyfî yên polîsan ew nerehetin.
‘Bû qada şer’
Li cadeya Mîllet a ku Pinar lê rudinişt, Gullu Dogan ku cafeya wê heye diyar kir ku roja ku bûyer hat jiyîn wesayîtên bi navê Ural yên polîsan bi gulebarandinê ketine kolanê. Gullu diyar kir ku polîsan li aliyekî gule berdida û aliyê din jî gaz davêt û wiha got: “Min mereq kir û min li derve mêze kir. Min dîti ku wa Pinarê ji avahiyê derdixin. Li vir tiştek tinebû, her tiştek di carekê de bû. Di carekê de her der bû qada şer.”
Li vir komkujiyek plankirî armanc dikin
Gullu di berdewiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ewlehiya canê wan tine û bi mirinê re rû bi rû ne. Gullu wiha got: “Di demeke nêz de cama kafeya min bi fîşeka gazê hat şikandin. Me gilî kir. Me zirara xwe jiwan re got. Lê tiştek nekirin. Tiştên li Gaziyê tên jiyîn, dişibin yên Sûr û Cizîrê. Wesayîtên polîsan nîvê şevê li kolanandigerin û sirûda mehter dixwînin. Mirovan tacîz dikin. Dixwazim me daxînin kolanan û me qetil bikin. Liv ir komkujiyeke plankirî tê armanckirin.Ger li dijî van pêkanînan bêdengî hebe wê, ev der bibe Sûr û Cizîr.”
‘Esnaf nekare kar bike’
Suna Gumbek ya 15 sale li taxa Gazî dijî û emlakvaniyê dike wiha got: “Ji 7’ê hezîranê şûnde şîdeta polîs zêde bûye. Li vir bûyer tinebe jî polîsa dîsa gazê davêje û bûyerê derdixe. Ji ber şîdeta polîs em êdî nekarin karê xwe jî bikin. Em her roj dikana xwe dikirin. Polîs gazê davêje zarokên 5-10 salî.”
‘Zarokên me li kolanê bin em ditirsin’
Suzan Orun jî bertek nîşanê şîdeta polîs da û got polîs di her saetê de ne dibêje şev û ne dibêje roj her tim gazê davêje. Suzanê da zanîn ku dema zarokên wan li kolanê bin, pir ditirsin.
Şehrîban Guzel jî tiştên tên jiyîn wek zilm dinirxîne û got ew nexweşa dile û ji ber gaza ku tê avêtin dilê xwe gelek teng dibe.
(hu)