'Em ê lorîn, stran û serkeftinên jinan bigihînin hev'

13:02

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Ji jinên Mala Gel Dilara Karagoz bertek nîşanî qetilkirinên jinan da û got: "Heya em lorîn û staranên serkeftinên jinan negihîjin hev, em ê ji têkoşîna xwe venegerin."

Bertek û têkoşîna aktîvîstên rêxistinên jinan li hember hişmendiya mêra ku mafê jinan li kolanan, parlemento, kargeh û dibistanan ji destê wan digirin berdewam dikin. Bila jin bi hev re ji bo jinên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û bedena wan ji aliyê mêran ve hatin teşîrkirin, zarokên rastî îstismara zayendî hatin, Ceren Baran a ku ji aliyê Polîsên Tîmên Taybet ve hatî qatilkirin, diyaneta bi fetva ku li ser jin û mêran serdestiya xwe di meşine bibêjin 'Ji bo jinên hatin qatilkirin em di raperînêden in."

'Her roj jinek tê qatilkirin'

Ji jinên Mala gel Dilara Karagoz got, "Her roj em çavên xwe bi nûçeyên jin hatin qatilkirin divedikin." Dilara wiha bertek nîşanî van bûyêran da û wiha domand: "Em dibin şahidê her roj jinek li gel me diçe û tê qatilkirin. Rojên derbasbûyî dîsa me bihîst jina bi navê Ceren Baran ji aliyê polîsan ve hat qatilkirin. Her roj dibin navê ewlehiyê de jin li ber çavên polîsan tên qatilkirin."

'Em ê têkoşîna xwişkên xwe bi domîn in'

Dilara bilêvkir ku şerê qesrê êrîşa mêran bihêzdike û wiha berdewam kir: "Şîdeta qesrê û mêran bi van kirinan neman û fetvayên 'mêr dikare bi zarokên 6 salî re bizewice', 'ma ji carek çi dibe' bi vê hişmendiyê istismara zarokan meşru dikin. Em wek jinên Mala Gel çavên xwe ji van kirina re nagirin. Em ê wek Çilem û Nevin li hember qesrê, paşketin û pergala hişmendiya mêr emê mafê xwe bi parêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê têkoşîna xwişkên ku ji nav me çuyin û sembola têkoşîna jinan bi piştevaniya xweşkan têkoşînê berdewam bikin. Heya lorîn û stranên jinan ne gihîjin hev em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

Em ê biherikin kolanan'

Ji aktîvîstên Hêviya Ciwanan Lîsê Gulben Arici li hember qatlîama jinan bertek nîşan da û got: " Berî heftiyekê jinek li kolana Enqerê ji aliyê heskiriyê xwe ye polîs ve hat qatilkirin. Em berê jî qatlîamên ku tên kirin dîtine. Heya duh me lîse wek hêlîna perwerdê didît, lê Cansel Buse Kinali rastî tecavuza mamosteyê xwe hat û ji bo hişmêndiya desthilatdar jiyana xwe dawî kir. Ev mînak li herderê lîse û her gava ku em tavêjin tên jiyan din."

Gulben diyar kir ku dê jinên lîseya têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha bilêv kir: "Em ê ji bo xwişkên xwe yên ku rastî tacavuz û tacîzê hatin li kolanan hesab bi pirsin. Em ê li hember şîdet û hişmendiya mêran ya desthilat mafê xwe yê parastinê pek bîn in."

(dt/zt)