Balafirên artêşa Tirkiyê ser Nisêbînê digere
13:59
JINHA
QAMIŞLO-Êrîşên li beramberî taxên berxwedanê yên Nisêbînê didomin. Li gor rojnamevanên li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo ragihandin dewleta Tirkiyê bi balafiran bombe li ser navçeyê direşîne.
Rojnamevanên di nobeta 'Ji Bêdengiyê re Na' li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo rewşa li Nisêbînê dişopînin dane diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirkiyê li ser taxên berxwedanê yên Nisêbînê dijwartir bûne. Li gor agahiya rojnamevan îro balafirên dewleta Tirkiyê bi bermîlên teqemeniyê êrîş li ser Nisêbînê pêk anîne. Herwiha rojnamevanan diyar kirin di nav 45 deqîqeyan de 23 top li taxa Firatê ya Nisêbînê hatiye xistin.
Artêşa Turk topbarana taxên Ebdul kadîr Paşa û Firat li bajarê Nisêbîn'ê bi hemû tundiya xwe berdewam dike. Li ser asîmanê Nisêbînê gerûgeşta balafiran didome û dengê teqînan jî tê bihîstin.
(kom/rc)