Li Bazidê wê jin 2 hezar û 500 şîtlên dara biçînin
15:46
JINHA
AGIRÎ - Li Bazîdê jin wê bi durişma 'Jinên axê bi şitlan re tên gel hev' 2 hezar û 500 şîtlên daran bi çalekiyekê biçînin.
Şaredariya Navçeya Bazîda Agiriyê bi durişma 'Jinên axê bi şitlan re tên gel hev' dê sibê stanta darçandinê bi kampanya destpêbike. Dê di çarçoveya projê de sibê li ber şaredariya navçeyê jin saet di 10.00'an de bên gel hev û li qada ku ji bo şitlan amede kirin şitlan deyînin. Piştî ku qada şitl lê bên çandin wê qad wek cihê seyrangih û kursiyên runiştinê çêbikin. Di projê de armanc ewe ku 2 hezar û 500 şitl bên çandin û ji bo zanistiya zarokan ya şitl çandinê pêşkeve dê li navçê her dibistanek 10 şîtl bên dayîn.
Miduryeta Gerînendeya Baxçe û Parqan a Şaredariyê Ruken Ulaş Akkuş diyar kir ku diyare wek di her qadê jiyanên de jin baldarin, di aliyê xweza û axê de jî jin baldarin û got ku bila hemu kes tevlî çalakiya çandina şitlan bibin.
(dt/zt)