Pinar li ser milê jinan hate oxirkirin

16:26

JINHA

STENBOL- Pinar Gemsîz ya şevek berê li mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, li ser milên jinan hate oxirkirin. Jinên beşdarî cenazeyê bûn gotin: “Berpirsên komkujiyê serokkomare.”

Bi hezaran kes li ber mala Pinarê ku li taxa Gazî li şaneşîna xwe ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, hatin cem hev û dirûşmeyên ‘Dîlek, Şîrîn, Pinar hesab wê bê pirsîn’, ‘Polîsên kujer wê hesab bide’, ‘jin jiyan azadî’, ‘Ji jinên li Kurdistanê berxwe dide re hezar silav’ berzkirin û berbi nexweşxaneya Gazî meşiyan. Cenazeyê Pinarê ji morgê hat girtin û jinan cenaze hildan. Girse bi dirûşmeyan meşiyan mizgefta Zubeyde Hanim. Li hewşa mizgeftê lorîn hatin vegotin û bertek nîşanê dewletê dan.

‘Em jibîr nakin’

Xizmeke Pinarê wiha got: “Dema me Pinar şûşt pêsîra wê tije şîr bû. We zaroka sê mehî ji şîr vekir.” Jinan ji tiştên hatiye jiyîn serokkomar Tayyîp Erdogan berpirs dîtin û gotin ew wê vê komkujiyê jibîr nekin.
Piştî nimêja cenazê cenazeyê Pinarê anîn malê. Girse ji bir jî dest bi meşê kirin û parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erdal Aktaş jî beşdar bû. Pinar bi lorînên kurdî hate definkirin.

‘Emê hesabê wan jinan bipirsin’

Endama KJA’yê Gulsen Bîter piştî definkirinê axivî û got wê bi têkoşîneke rêxistinkirî bersiva herî tund bidin van komkujiyan û got: “Emê vê zîhniyeta kujer di xwîna wan de bixeniqînin. Emê hesabê her jinekê yek yek bipirsin. Em soza vê carek din didin. Dawiya dewleta mêr wê jinên rêxistinkirî bînin.”

(hu)