Çiyayê Cudî tê bombabarankirin
16:44
Gulan
17
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê ji duh ve ye çiyayê Cûdî bombebaran dikin. Ji ber bombebaranê li gundê Şaxê şewat derket.
Jibilî dorpêç û êrîŞên li dijî Şirnexê hêzên dewletê çiyayê Cûdî jî ji duh ve ye bombebaran dikin. Bi bombekirina çiyayê Cûdî ve li gundê Şaxê jî şewateke mezin derket. Ji çiyayê Cûdî dû bilind dibe û bombebarana hêzên dewletê didome.
Bi konsepta şer a îxtidara AKP'ê ve berê jî gelek caran çiyayê Cûdî hatibû bombebarankirin.
(kom/zt)