Rêxistinên siyasiyên Qoserê banga tevlîbûna meşa 23'ê gulanê kirin
16:47
JINHA
MÊRDÎN - Ji rêxistinên siyasî yên Qoserê banga tevlîbûna mitînga ku bê li darxistin û hevserokên HDP, HDK, KCD û xebatkarên navendî yên DBP'ê jî tevlî bibin kirin.
Rêxistinên HDP û DBP yên Qoserê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Qoserê û Hevşaredarê Qoserê jî di nav de bûn, li avahiya DBP'ê ya Qoserê daxuyaniyek ji bo mitînga ku di 23'ê gulanê de li Qoser a Mêrdînê were li darxistin dan. Di daxuyaniya ku li odeya Hevserokatiya DBP'ê hate dayîn ji aliyê Hevserokê HDP'ê ya Qoserê Lokman Yaşar hate xwendin.
Lokman diyar kir ku pêvajoya ku tê de derbas dibin pêvajoya bi pêşde derxistina îradeya gel û têkbirina darbeyê ye û wiha got: "Li hemberî kesên ku dixwazin dengê gel û kolanan qut bikin, daketina kolanan û deng derxistin dê civakê rehet bike. Bi vê mebestê em bang li gelê Qoserê dikin ku roja 23'ê Gulanê li ber şaredariya Qoserê tevlî hevdîtina me ya gel bibin."
(kom/zt)